Penaber niha jî hewl didin ji Derya Manşê xwe bigihînin Îngilîstanê

Li bajarê Fransa Calaîs û derdora wê, drama bi hezaran penaberên hewl didin derbasî Îngilîstanê bibin, dewam dike. Piştî tunelê niha jî penaber hewl didin di deryayê re derbas bibin û xwe bigihînin Îngilîstanê.

Li bajarê Fransa Calaîs û derdora wê, drama bi hezaran penaberên hewl didin derbasî Îngilîstanê bibin, dewam dike. Piştî tunelê niha jî penaber hewl didin di deryayê re derbas bibin û xwe bigihînin Îngilîstanê. Rayedarên Fransayê dan xuyakirin, ku wan kontrolên li deryayê derxistine asta herî bilind.

Di daxuyaniya Yekîneya Ewlekariya Peravên Derya Manş û Derya Bakur de hat ragihandin, ji ber tedbîrên li Bendera Calaîs û Tunela Manşê, penaber hewl didin di deryayê re derbasî Îngilîstanê bibin. Di daxuyaniyê de hat gotin, penaber bi keştiyên neçê derbasî Îngilîstanê bibin û vê yekê jî bêyî amûreke navîgasyonê dikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, penaberên hewl didin bi rêya deryayî xwe bigihînin Îngilîstanê hem jiyana xwe, hem jî ya ekîbên rizgarkirinê dixin nava xeteriyê, lewma wê tedbîrên ewlekariyê û kontrol bên zêdekirin.

Yekîneyên Ewlekariya Peravan bal kişand ser zor û zehmetiya rêwîtiya li Derya Manş û Derya Bakur û da zanîn, Tengavên Pas-de-Calaîs û Cotentîn gelekî xetere ne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di hefteyên dawî de gelek koçberên hewl dan bi rêya deryayî derbasî Îngilîstanê bibin, di kêliya dawî de hatine astengkirin.