Penaberên li Îdomenî dikin nakin nikarin ji sînor derbas bibin

Li gundê Îdomenî yê Yewnanîstanê, ku li ser sînorê Makedonyayê ye, sekna ji neçarî ya penaberan dewam dike. Bi sedan penaberên hewl dan ji sînor derbas bibin, bi ser neketin.

Li gundê Îdomenî yê Yewnanîstanê, ku li ser sînorê Makedonyayê ye, sekna ji neçarî ya penaberan dewam dike. Bi sedan penaberên hewl dan ji sînor derbas bibin, bi ser neketin. Beşek ji 12 hezar penaberên li Îdomenî û derdora wê dimînin, duh tevahiya rojê hewl dan ji sînorê Makedonyayê derbas bibin. Bi sedan penaberên hewl dan ji têlên li ser sînor derbas bibin, demeke kurt piştî derbasbûna ji sînor, ji aliyê leşkerên Makedon ve hatin sekinandin.

Leşkeran piştre penaberên ji jin û zarokan vegerandin Yewnanîstanê.

Komeke din a penaberan ku heta danê êvarê hewl da ji sînor derbas bibe, vê carê rastî astengiya polîsên Yewnan hat. Polîsan nehiştin penaber ji çemê li ser sînor derbas bibin.

Piştî ku Makedonyayê sînorê xwe girt, bi qasî 12-14 hezar penaberên li gundê Îdomenî û derdora wê dijîn, mehkûmî jiyanek li nava şert û mercên ne însanî de bijîn, bûn. Tevî ku hikûmeta Yewnanîstanê biryar daye li herêmê 7 kampên penaberiyê çêbike, tê payîn ku çêkirina van kampan demeke dirêj dewam bike.

Heta kamp bên çêkirin, penaber wê ji neçarî li herêmeke gelekî baran lê dibare, di binê konên ji rêzê de bijîn.

Tê zanîn ku li gelemperiya vî welatî bi qasî 35 hezar penaber hene. Ji ber ku Makedonya destûra derbasbûnê nade, dibe ku penaber berê xwe bidin rêyên alternatîf ên weke Bûlgarîstan û Arnavûtlûkê.

Hikûmeta Bûlgarîstanê jî beriya niha bi çend rojan dabû xuyakirin, ku li hemberî dibetiya pêleke penaberiyê ji Yewnanîstanê, ew ê ewlekariya sînorê xwe bişidîne.