CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Razemeniya ji bo enerjiya paqij zêde dibe
Li gorî rapora UNEP a li ser trenda global a razemeniyên enerjiyên dikarin bên nûkirin a sala 2016'an, razameniyên par li ser çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin li gelemperiya cîhanê hatin kirin, gihaşt 286 mîlyar dolarî. -
Di şerê li Palmîra de 10 leşkerên rejîmê mirin
Li bajarê dîrokî Palmîra, şerê di navbera rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Di vî şerî de 10 leşkerên rejîmê hatin kuştin. -
Di êrîşên DAIŞ'ê yên li Yemenê de bi dehan kes mirin
Li Yemenê, ku şerê navxweyî lê diqewime, di êrîşên întixarî yên çeteyên DAIŞ'ê yên li başûrê welêt de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Elmanyayê potansiyela dengê AfD a populîst di asteke tirsnak de ye
Li gorî lêkolînek li Elmanyayê hat kirin, beşeke mezin a mirovên deng dane AfD, ku bi gotinên xwe yê populîst her xurt dibe, hilbijêrên ji aliyê aborî ve pirsgirêka xwe nîne, ye. -
Qibris ji 'Paketa Alîkariyê' ya 3 salan rizgar dibe
Qibris di dawiya dawî de ji 'Paketa Alîkariyê' ya 3 salan, ku Yekîtiya Ewropayê (YE) rizgar dibe, ku bi vê paketê re mehkûmî polîtîkayên tund ên şidandina kemberê bûbû. -
Kanadayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir!
Kanadayê welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir û ji welatiyên xwe xwest xwe ji hin bajarên vegirin. -
Mirovên di komkujiya li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan tên bîranîn
Ji bo bîranîna kesên di êrîşên DAIŞ'ê yên 22'ê Adarê yên li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan, xwepêşandan tên lidarxistin. -
Li Îranê qezeya helîkopterê: 9 mirî
Di qezaya helîkopterê ya li başûrê Îranê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Iraqê êrîşa xwekujî: 25 mirî
Di êrîşa xwekujî ya li maçek fitbolê ya li gundekî başûrê paytexta Iraq Bexdayê de 25 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn. -
Alîkarê Bexdadî Hecî Îmam hat kuştin
Cîgirê yekemîn ê serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El-Bexdadî, Abdurrahman Mustafa El Qadulîli li Sûriyeyê hat kuştin. -
Li Schaerbeekê serdegirtinên têkîldarî êrîşa Parîsê
Li Komuna Schaerbeek a paytexta Belçîka Brukselê serdegirtinên têkîldarî êrîşên 13’ê Mijdara 2015’an ên li Parîsê hatin lidarxistin. Ji qada ku serdegirtin pêk hatin, dengê teqînan hat. -
Polîsên Belçîkayê 6 gumanbar binçav kirin
Dozgerê lêpirsîna 2 êrîşên DAIŞ'ê yên roja Sêşemê li Brukselê hatin kirin, da xuyakirin ku di operasyonan de 6 kes hatine binçavkirin. -
Hin cureyên kelmêşan jî rê li ber nexweşiya Iyme-borreliosis vedikin
Nexweşiya Lyme-borreliosis, ku heta roja îro bi giranî bi pêvedana qijnîkan li mirovan der dibû, eşkere bû ku kêm be jî ji ber hin cureyên kelmêşan dikare li mirovan der bibe. -
Serokê Belçîkayê îstîfaya her du wezîran red kir
Serokê Belçîkayê Charles Michel serledana îstîfayê a Cihgirê Serok Jan Jambon û Wezîrê Êdeletê Koes Geens red kir. -
Elmanya dixwaze karê parvekirina dane û agahiyên li ser çeteyan berfireh bike
Li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li paytexta Belçîkayê, li Ewropayê nîqaşên li ser valahî û qelsiya ewlekarî û tedbîran dewam dikin. Wezîrên Karên Hundir û Edaletê yên 28 welatên Yekîtiya Ewropayê, wê îro li Brukselê li hev bicivin. -
Belçîkayê got; Erdogan derewan dike
Wezîrê Edaletê yê Belçîkayê Koen Geens got, "Ev kes nehatiye radestkirin. Ev kes şandine Hollandayê, neşandine welatê me." -
Bêkariya li Elmanyayê wê zêde bibe; yek ji 12 bêkaran wê penaber bin
Li Elmanyayê, ku di nava aboriya Yekîtiya Ewropayê de di salên dawî de bi rêk û pêk mezin dibe û rêjeya bêkariyê lê kêm e, tê gotin ku koça penaberan wê bêkariyê zêde bike. -
Rûniştina 30. a KRHE dewam dike
Rûniştina 30. a Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê (KRHE), ku ji nûnerên rêveberiyên herêmî yên 47 welatên endamên Konseya Ewropayê (KE) pêk tê, li bajarê Fransa Strasboûrgê dewam dike. -
Gelê Mûndûrûkû û jiyana xwezayî ya li Amazonan bi gefa bendavê re rû bi rû ne
Bi dehan bendavên tê xwestin li eyaleta Par ya li bakurê Brezîlyayê werin çêkirin, gefê li jiyana xwezayî û 12 hezar xwecihiyan dixwin. Greenpeace, polîtîkaya enerjiyê ya hikûmetê ku Amazonan tine dike, bi tundî rexne kir. -
Li Îngilîstanê careke din nexweşiya BSE hat tespîtkirin
Li Îngilîstanê, di mînakên ji çêlekek beriya deh rojan mirî de nexweşiya golikê dîn (Bovine spongiforme Enzephalopathie - BSE) hat tespîtkirin. -
Li Belçîkayê 3 roj şîn hat îlankirin
Hikûmeta Belçîkayê piştî êrîşa întixarî ya ku 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kes jî birîndar bûn, ji bo 3 rojan şîna neteweyî îlan kir. -
Tedbîrên ewlekariyê yên li Elmanyayê hatin zêdekirin
Piştî êrîşên bombeyî yê li paytexta Belçîka Brukselê, ku herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, Elmanyayê tedbîrên xwe yên li ser sînor, gar û balafirgehan zêde kir. -
Hejmara kesên di teqînên li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan bû 34
Hejmara kesên di êrîşên bombeyî yên li hemberî balafirgeh û metroya li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 34 kesan. -
Teqînên li Brukselê: 26 mirî, 136 birîndar
Di teqînên li balafirgeha Zaventem û rawestgeha metro ya Maelbeek ên paytexta Belçîka Brukselê, ku piştî gefên Erdogan rû dan, 26 kesan jiyana xwe ji dest dan, 136 kes jî birîndar bûn. -
Piştî balafirgeha Brukselê li rawestgeheke metroyê teqînê rû da
Piştî du teqînên li balafirgeha Zaventem a paytexta Belçîka Brukselê, li rawestgeheke metroyê teqîneke din rû da. Cihê teqînê bi tenê 400 metre dûrî konê Kurdan e.