Li Elmanyayê potansiyela dengê AfD a populîst di asteke tirsnak de ye
Li gorî lêkolînek li Elmanyayê hat kirin, beşeke mezin a mirovên deng dane AfD, ku bi gotinên xwe yê populîst her xurt dibe, hilbijêrên ji aliyê aborî ve pirsgirêka xwe nîne, ye.
Li gorî lêkolînek li Elmanyayê hat kirin, beşeke mezin a mirovên deng dane AfD, ku bi gotinên xwe yê populîst her xurt dibe, hilbijêrên ji aliyê aborî ve pirsgirêka xwe nîne, ye.
Li gorî lêkolînek li Elmanyayê hat kirin, beşeke mezin a mirovên deng dane AfD, ku bi gotinên xwe yê populîst her xurt dibe, hilbijêrên ji aliyê aborî ve pirsgirêka xwe nîne, ye. AfD a ku gotinên xwe yên nîjadperestî vediguherîne dengan, li nava Elmanyayiyên Rojhilatê, mirovên di emrê navîn de ne û di nava mêran de xwedî potansiyelek tirsnak a dengan e.
Li gorî anketa şîrketa TNS a ji bo Spîegel Onlîne kiriye, beşeke mezin a hilbijêrên Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ji aliyê aboriyê ve ti pirsgirêka xwe nîne, ye. Ji beşdarên anketê rêjeya kesên rewşa xwe ya aboriyê 'baş e' pênase dikin, ji sedî 65 e. Lê di nava hilbijêrên AfD de ev rêje ji sedî 71 e.
Di nava beşdarên anketê de rêjeya hilbijêrên ku rewşa xwe ya aboriyê 'nebaş' dibîne, bi giranî hilbijêrên Partiya Çep (Dîe Lînke) ne. Di nava hilbijêrên Keskan (Grunen) de rewş 'baş' xuya dike.
Ji sedî 57 ê hilbijêrên Elman di wê baweriyê de ne ku siyasetmedar bi tenê daxwazên xwe bi cih tînin. Mirovên bi vî rengî difikirin, di nava hilbijêrên AfD de ji sedî 88 e.
Aliyê herî balkêş ê anketê ew e ku yek ji sê hilbijêrên Elman bi temamî li dijî AfD'ê dernakevin. Ji bo pirsa 'hûn difikirin dengê xwe bidin AfD', yên bersiva 'ti carî nadim' dane, ji sedî 65 e. Ev yek jî nîşan dide ku potansiyela vê partiyê dikare derkeve rêjeya ji sedî 35'an.
Di nava hilbijêrên jin de rêjeya yên dibêjin 'ez ê ti carî dengê xwe nedim AfD'ê' ji sedî 71 e. Ev rêje di nava mêran de ji sedî 60 e.
Li gorî anketê, gotinên populîst ên AfD'ê herî zêde di nava karkeran, hilbijêrên 30-44 salî û hilbijêrên ji Rojhilatê Elmanyayê û mêran bêhtir alîgiran peyda dikin.
AfD a di sala 2013'an de bi gotinên xwe yên dijberiya Euro re derket holê, di hilbijartinên federal ên Îlona heman salê de kêm mabû benda ji sedî 5'an derbas bike.