Bêkariya li Elmanyayê wê zêde bibe; yek ji 12 bêkaran wê penaber bin

Li Elmanyayê, ku di nava aboriya Yekîtiya Ewropayê de di salên dawî de bi rêk û pêk mezin dibe û rêjeya bêkariyê lê kêm e, tê gotin ku koça penaberan wê bêkariyê zêde bike.

Li Elmanyayê, ku di nava aboriya Yekîtiya Ewropayê (YE) de di salên dawî de bi rêk û pêk mezin dibe û rêjeya bêkariyê lê kêm e, tê gotin ku koça penaberan wê bêkariyê zêde bike.

Li gorî lêkolînek di vî warî de hatiye kirin, di sala 2017'an de yek ji 12 bêkaran wê mirovên xwedî statuya penaber bin.

Pênc ekonomîstên ji aliyê hikûmeta federal ve hatin wezîfedarkirin, pêşdîtineke konjonturî li ser rewşê amade kirin. Li gorî vê pêşdîtinê aboriya Elman wê îsal jî di asta 1,5 rêjeyî de mezin bibe. Di pêşdîtinê de hat ragihandin, ku texmîna rêjeya mezinbûnê ya beriya niha 1,6 bû.

Li gorî texmînên ekonomîstan, aboriya Elman wê di sala 2017'an de zêdeyî rêjeya ji sedî 1,6 mezin bibe.

BÊKARÎ WÊ ZÊDE BBIBE, YEK JI 12 BÊKARAN WÊ PENABER BIN

Lê belê li gorî pêşdîtina ekonomîstan, hejmara penaberan a li Elmanyayê ku di salên dawî de zêde bû, wê rê li ber zêdebûna bêkaran veke.

Ekonomîst diyar dikin, hejmara bêkaran wê îsal kêm be jî zêde bibe û bigihêje 2 mîlyon 808 hezar kesî. Heta dawiya sala 2017'an tê payîn ku bi giştî 250 hezar kes bêkar bin. Bi vî rengî hejmara bêkaran a di sala 2011'an de daket binê sînorê 3 mîlyonî, wê di dawiya sala 2017'an de nêzî sînorê 3 mîlyonî bibe.

Heman ekonomîst radigihînin, di sala 2017'an de ji penaberên li Elmanyayê xwedî mafê penaberiyê ne, 80 heta 130 hezar kesî wê karibin ji xwe re kar bibînin û beşeke mezin a ji van penaberan wê tenê di karê nîv rojî de bixebitin. Pispor di wê baweriyê de ne, ku dîtina kar wê ne hêsan be û di sala 2017'an de her yek ji 12 bêkaran wê penaber bin.