Mirovên di komkujiya li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan tên bîranîn
Ji bo bîranîna kesên di êrîşên DAIŞ'ê yên 22'ê Adarê yên li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan, xwepêşandan tên lidarxistin.

Serdanên li meydana Place de la Boûrse ya Brukselê, dewam dikin. Her roj bi hezaran kes û nûnerên saziyan tên vê qadê, kulîlktan datînin erd, findan pê dixin û terorê lenet dikin.
Êvara Înê saet di 19:30 de sazî û rêxistinên Belçîkî çalakiyeke girseyî ya bîranînê lidar xistin. Saziyên Kurd, Komeleyên Elewiyan, MLKP, SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst) û endamên Mala Gel a Belçîkayê jî beşdarî vê merasîmê bûn.
Girseya gel li ber avahiya borsa ya dîrokî ya li navenda Brukselê, ku li trafîkê girtî ye, beşdaran bi pênûsa gêçê hestên xwe li erdê nivîsandin. Tevî ala Belçîkayê alên welatên cuda, rêxistin û saziyan danîn erdê. Girseya gel a li ber avahiya borsayê li hev civiya, peyamên aştî û hurmetê dan û teror lenet kirin.