Bi dehan bendavên tê xwestin li eyaleta Par ya li bakurê Brezîlyayê werin çêkirin, gefê li jiyana xwezayî û 12 hezar xwecihiyan dixwin. Greenpeace, polîtîkaya enerjiyê ya hikûmetê ku Amazonan tine dike, bi tundî rexne kir.
Li hemberî bendava Hîdro-Elektrîk a Sao Luîz do Tapajos a bi rêjahiya 7,6 kîlometre ya li ser çemê Tapajos bê çêkirin, ku wê xwedî kapaîsteya hilberîna 8 hezar megawatt be, çend roj berê Mûndûrûkûyan û endamên Greenpeace xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin. Xwepêşandêr di wê baweriyê de ne ku bendava tê xwestin li vê herêma ji go gelê Mûndûrûkû pîroz e, hem wê zerarê bide gelê herêmê hem jî hevsengiya xwezayî xera bike.
Ji ber bendava Sao Luîz do Tapajos ku li derdora wê bi qasî 12 hezar xwecihî dijîn, wê qadeke berfireh a daristanên baranê tine bibe.
Greenpeace a bi xwecihiyan re li dijî projeya bendavê derdikeve, bi daxuyaniyekê bal kişand ser şaşîtiya polîtîkaya enerjiyê ya hikûmetê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku cihekî dewlemendiya xwezayî ya welêt, tercîhkirina santralên hîdro-elektrîk şaş e.
Kordînatorê Amazonan a rêxistina hawirdorparêz Olîber Salge da xuyakirin ku tevî gelek cûreyên masiyên di çem de wê delfîn û çêlekên avê jî tine bibin.
Hikûmet plan dike, ku li ser mezintirîn baskê Amazonê çemê Tapajosê, bi bahaneya enerjiyê bi dehan bendavan çêbike. Tê payîn ev bendav 7,2 mîlyar euro bên çêkirin.