Hejmara kesên di teqînên li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan bû 34
Hejmara kesên di êrîşên bombeyî yên li hemberî balafirgeh û metroya li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 34 kesan.
Hejmara kesên di êrîşên bombeyî yên li hemberî balafirgeh û metroya li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 34 kesan.
Li gorî daxuyaniya dawî ya dozgeriyê, di êrîşa li metroya Brukselê de 20, di êrîşên li balafirgeha Zaventemê de 14 kes bi giştî 34 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Dozgeriyê da zanîn ku di her du êrîşan de 136 kes birîndar bûne.
Divê navberê de Belçîkayê Serkonsoloxaneya xwe ya li Taksîm a Stenbolê û Sefaretxaneya xwe ya li Enqereyê girt.