CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Dawnê wêneyê kraterên li Ceresê kişand
Maşîna fezayî Dawn a ji aliyê NASA'yê ve hat şandin, wêneyên ji gerstêrkên biçûk Ceres a li derveyî Sîstema Rojê ye kişand. Di van wêneyên kraterên mezin balê dikişînin. -
Li Elmanyayê yekem koalîsyona CDU-SPD-Kesk
Di dîroka Elmanyayê de yekemcar hikûmeteke koalîsyonê ya ji demokratên Xiristiyan, Kesk û demokratên civakî pêk tê, ava bû. -
'Ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê, divê ne hilberîn, bikaranîn bê kêmkirin'
Têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên narkotîkê ku salane rê li ber mirina zêdeyî 400 hezar mirovî vedike, li şûna têkoşîna krîmal, tê xwestin ku li ser bingeha tenduristiya civakê têkoşînek were meşandin. -
Intel 12 hezar karkeran ji kar derdixîne
Mezintirîn şîrketa hilberîna çîp û amûrên veguhêzbar Intelê ragihand, ku ew ê 12 hezar karkeran ji kar derxîne. -
Bîlançoya erdheja li Ekvadorê giran dibe: 500 kes mirin
Li welatê Başûrê Amerîkayê Ekvadorê, bîlançoya erdheja roja Şemiyê rû da, giran dibe. -
Piraniya Ewropiyan Brexitê naxwazin
Ji bo referandûma Brexit a li ser endametiya Brîtanya ya li nava Yekîtiya Ewropayê, hewldanên aliyan dewam dikin. Derket holê, welatiyên welatên din ên Ewropayê dixwazin Brîtanya di nava yekîtiyê de bimîne. -
Li Afganîstanê êrîşa întixarî
Li paytexta Afganîstan Kabûlê êrîşeke întixarî hat kirin. Hat ragihandin, ku ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene. -
Li gorî Roûsseff, li dijî wê komplo hatiye kirin
Serokdewleta Brezîlyayê Dîlma Roûsseff ku ji bo bikeve ber lêpirsînê meclîsê biryar da, îdîa dike ku ev pêvajoya dikare rê li ber bidawîbûna wezîfeya wê veke, 'komplo' ye. -
Sendîkayên rêyên hesinî yên Fransayê biryara greva giştî standin
Li Fransayê, ji ber ku bersiv ji daxwazên mafên xebatkarên rêyên hesinî nehat dayîn, sendîkayên sereke yên li vî welatî biryara greva giştî standin. Grev wê di 25'ê Nîsanê saet di 19:00 de destpê bike û roja 26'ê Nîsanê dewam bike. -
Berê penaberan li Îtalyayê ye: Bi sed hezaran penaber li Lîbyayê disekinin
Piştî ku bi sedan penaber li Derya Spî xeniqîn, rûdana xeterî û gengaziya karesatên nû li Derya Spî careke din ket rojevê. Lêgerînên ji bo çareseriya pirsgirêkê jî dewam dikin. -
Wezîrê Parastinê yê DYA li Bexdayê ye
Wezîrê Parastinê yê DYA Ashton Carter, ji nişka ve hat serdana paytexta Iraq Bexdayê. Tê payîn Carter bi Serokwezîr Haydar Ebadî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Halît Ubeydî re rûnê. -
Bi sedan penaberên xwestin xwe bigihînin Îtalyayê xeniqîn
4 keştiyên penaber tê de bûn, dema diçû Îtalyayê noqî binê avê bû. Tê gotin, zêdeyî 400 mirovên di van keştiyan de jiyana xwe ji dest dane. -
Rêya darizandina Roûsseff vebû
Li Brezîlyayê ravepirsa têkildarî Serokdewlet Dîlma Roûsseff, di kongreyê de bi 367 dengan hat qebûlkirin. -
Bîlançoya erdheja li Ekvadorê giran dibe
Hejmara mirovên di erdheja 7.8 a li Ekvadorê de jiyana xwe ji dest dan gihtîş 272 kesan. -
AfD ji bo zêdekirina dengên xwe wê hîn bêhtir dijberiya Îslamê bi kar bîne
Li Elmanyayê, partiya AfD ku li ser dijberiya penaberan ev çend meh in serketinên mezin bi dest dixe, wê di 30'ê Nîsanê de kongreya xwe pêk bîne. Pêşniyarên ji bo bernameya partiyê tên amadekirin, xuya ye wê rê li ber gelek nîqaşan vekin. -
Welatên firoşkarên petrolê careke din li hev nekirin
Ji bo pêşîgirtina li kêmbûna buhayê petrolê, welatên petrolê difiroşin derve muzakere pêk anîn. Welatên firoşkar di van danûstandinan de jî li hev nekirin. -
Testa IQ ya li hemberî penaberan, hevparên koalîsyonê ji hev cihê kir
Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristyan (CDU) ya li eyaleta Saarlan a Elmanyayê desthilatdar e, testkirina feraseta penaberan (IQ) xist rojevê. Hevparê kaolîsyonê sosyal demokratan nerazîbûneke tund nîşanî vê da. -
Li Ekvadorê bi dijwariya 7.8'an erd hejiya
Li Ekvadorê, bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê herî kêm 77 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Yarmûkê 10 hezar penaber bi xeteriya birçîbûnê re rû bi rû ne
Ji ber şerê navbera çeteyên DAIŞ'e û komên din ên 'cîhadî', bi qasî 10 hezar penaberên Fîlîstînî yên li kampa Yarmûkê bi xeteriya tî û birçîbûnê re rû bi rû ne. -
Tevgera Ciwanên Azad piştgirî da ciwanên Fransayê
Li ser banga FO, FSU, Solîdaîres û ji rêxistinên ciwanan Unef, UNL, Fidl, li 200 cihên cuda yên li gelemperiya Fransayê bi qasî 500 hezar kes tevlî çalakiyan bûn. -
Li Bexdayê qirîza siyasî mezin dibe, Kurd nexşerêyê gotûbêj dikin
Parlamenterê YNK’ê yê Iraqê Şivan Dawidî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku “Em napejirînin ku hinekî din li ser navê Kurdan têkildarî kabîneya nû û reforman biryarê bidin û ji bo mafê Kurdan ên di rêveberiyê de heta dawiyê em ê têkoşînê bimeşînin.” -
Japonya careke din hejiya: 16 mirî
Li Japonyayê, piştî erdheja dijwar a roja Înê li başûrrojavayê welêt rû da, welat careke din bi şîdeta 7.3 pileyî hejiya. -
Kampaya Brexitê destpê kir: Li gorî anketan dijberên YE li pêş in
Kampanya ji bo referandûma derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexit) bi awayekî fermî destpê kir. Hejmara alîgirên Brexitê zêde dibe. -
Siyasetmedarên Elman nerazîbûneke tund nîşandî Merkel dan
Serokwezîra Elman Angela Merkel, têkildarî komedyen Jan Bohmermann ê bi helbesta xwe ya li ser Erdogan ket rojevê, destûra lêpirsînê da. Ji ber vê helwesta xwe Merkel bi tenê ma. -
Serokê Parlamenta Iraqê û du alîkarên wî ji wezîfeyê hatin girtin
Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî û du alîkarên wî, di encama dengdana li parlamentê de bi 171 dengan ji wezîfeyê hatin girtin.