Japonya careke din hejiya: 16 mirî
Li Japonyayê, piştî erdheja dijwar a roja Înê li başûrrojavayê welêt rû da, welat careke din bi şîdeta 7.3 pileyî hejiya.
Li Japonyayê, piştî erdheja dijwar a roja Înê li başûrrojavayê welêt rû da, welat careke din bi şîdeta 7.3 pileyî hejiya.
Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin, gelek kes di binê girseyan de mane.
Hat ragihandin, erdhej 10 kîlometre li binê erdê bajarê Kûmamoto rû daye û ji hejîna erd, xisareke mezin li Keleha Kûmamoto ya 400 salî bûye.
Li herêmê 170 xanî bê elektrîk man e, ji ber xisara lê bûye tunel, rêyên bejahî û hesinî li çûn û hatinê hatin girtin. Li herêma afetê sê santralên nukleerî hene û tê gotin, erdhejê bandor li van nekiriye.
Febrîqeyên Sony û Honda Motor ên li herêmê, piştî nirxandina xisara li wan bûye, karê xwe sekinandin. Hemû pêşbirkên sporê yên li başûrê welêt betal bûn.
Roja Înê li başûrrojavayê Japonyayê erdheja bi dijwariya 6.4 rû dawbû û 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, herî kêm hezar kes birîndar bûbûn.