Veguhertinên nû yên di Parlamentoya Iraqê, Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî û Cîgirê wî ji peywirê dûrxistin bû serdem ku aloziyên heyî hê zêdetir bibin.
Partiyên Kurd ên di parlamentoya Iraqê de cih digirin, îro li Bexdayê kom bûn û rêya bişopînin nirxandin. Parlamenterê YNK’ê yê Iraqê Şivan Dawidî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku “Em napejirînin ku hinekî din li ser navê Kurdan têkildarî kabîneya nû û reforman biryarê bidin û ji bo mafê Kurdan ên di rêveberiyê de heta dawiyê em ê têkoşînê bimeşînin.”
PEVÇÛNÊN DI NAVBERA DESTKEFTIYÊN SIYASÎ DE TÊN Û DIÇIN
Dawidî destnişan kir ku rewşa parlamentoya Iraqê her ku diçe aloztir dibe, her kes ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî zextê didin meşandin. Li ser van destkeftiyan her kes di nava pevçûnê de ne.
Dawidî wiha anî ziman: “Em weke aliyên Kurd daxwaza mafê xwe yê siyasî dikin û heqê xwe dixwazin. Ne tenê weke aliyek siyasî, weke rêveberiya welat, mafê gelê xwe daxwaz dikin. Her çendî em li vir ji partiyên cuda jî pêk hatibin, di encamê de em hemû weke nûnerên gelê Kurd li vir amadene. Ji ber vê em rê nadin ku ti kes li ser navê me biryar bide û em vê yekê jî napejirînin.”
DIVÊ REFORM LI GOR DESTÛRA BINGEHÎN BIN
Davûdî diyar kir ku wek Kurd ne li dijî reforman e, lê pêwîst e ev reform jî li gor mewzûata destûra bingehîn bin.
Davûdî ragihand ku wek 5 partiyên Kurd ên li parlamentoya Iraqê nûnertiyên wan hene li Bexdayê civînek hevpar çêkirine, di encama civînê de jî nêrînên xwe bi raya giştî re parve kirine, destnîşan kir ku divê her cudahiyê mafên xwe bi dest bixin.
Davûdî têkîldarî nîqaşên di civînê de jî ev anîn ziman: “Di civîna me de têkîldarî reformên dixwazin pêk bînin, nîqaşên berfireh çêbûn. Di daxuyaniya me ya piştî civînê de jî me diyar kir ku em ne li dijî reforman e. Em dibêjin ku daxwazên reformê yên gel wezîfeyeke neteweyî ye. Ji ber vê jî em piştgiriya reforman dikin. Lê, divê ev reform di çarçoveya qanûnî û makezagonî be. Divê her cudahî karibe mafê xwe bi dest bixe. Ji ber ku li Iraqê gelek beşên cuda hene. Lewre xwedî pêkhateyek dewlemend e. Ji ber vê yekê beşek li ser navê beşekê biryarê bide an jî di rêveberiyê de tiştê ku heq e bidin hinên din ne rast e. Em ê vê qebûl nekin.
Jixwe me di daxuyaniya xwe beyan kir ku em li dijî yek navendî û cihêkariyê ne, bi eşkere me got em dixwazin heqê her kesî bidin.”
HER KES QERTÊN XWE BI KAR TÎNE
Davûdî têkîldarî rûniştina ku serokê Parlamentoyê û cîgirên wî ji wezîfeyê hatin girtin ku 2-3 parlamenterên Kurd tevlî bibûn jî ev nirxandin kirin: “Ew li ser navê xwe tevlî bûne. Di vir de ti girêdanek me bi wan re nîne.”