CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Kongo êrîş: Herî kêm 16 sivîl hatin qetilkirin
Li Komara Kongo ya Demokratîk a Afrîka Navîn, di encama êrîşeke çekdarî ya li hemberî gundekî de herî kêm 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Namzetekî Komarger xwe ji hilbijartina Serokatiyê ya DYA vekişand
Li DYA pêşhilbijartina serokatiyê kêm ma ye biqede. Ji Partiya Komarger Ted Cruz xwe ji namzetiyê vekişand. Bi vî rengî namzetiya Donald Trump hema hema misoger bû. -
Malta ya jina penaber di nava rewşeke ne însanî de ragirt hat cezakirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji ber ku penabereke jin a Somaliyî 16 mehan di nava şert û mercên ne însanî de ragirt, hikûmeta Maltayê bi dayîna tazmînatê mehkûm kir. -
'Divê santralên komirê yên Elmanya beriya sala 2050 bên girtin'
Li Elmanyayê ku ji sedî 40 ê pêdiviya bi elektrîkê ji komirê tê bidestxistin, pêkane ku ji dema plankirî zûtir vê çavkaniyê biterikîne. -
Abengoa zêdeyî 10 hezar karker ji kar derxist
Yek ji şîrketên sereke yên enerjiya dikare bê nûkirin Abengoa di nava 5 mehan de bi qasî 10 hezar karker ji kar derxist. -
Bohmermann ji bo Merkel got: Min bi çayekê serwîsî despotekî nevropat kir
Komedyen Jan Bohmermann ê ji ber helbesta wî ya têkîldarî Erdogan de der heqê wî de doz vebû, ji ber lêpirsînê Angela Merkel bi zimanekî tund rexne kir, ji bo Erdogan jî got, ‘despotekî nevropat.’ -
Ji Ebadî rayeya heta dawî
Ebadî ji bo ‘parastina dewlet û saziyên gelemperî’ rayeya heta dawî da Meclîsa Ewlehiya Neteweyî. -
Artêşa Iraqê dest bi operasyona Fellûce kir
Artêşa Iraqê, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên navçeya Ramadî Fellûce dagir kirine, danê vê sibehê dest bi operasyoneke berfireh kir. -
Çalakî û êrîşên nîjadperestî yên li Awûstûryayê zêde bûn
Li Awûstûryayê, ku di sala 2015'an de bi sed hezaran penaber jê derbas bûn, gotin û êrîşên li dijî nîjadperestan zêde bûne. -
Piştî Roûsseff hevrikê wê jî dikare bikeve ber lêpirsînê
Li Brezîlyayê, ku bi lêpirsînên li hember Serokdewlet Dîlma Roûsseff û selefê wê Lûla da Sîlva ket nava krîzeke giran, siyaset hîn bêhtir tevlîhev dibe. -
Erebîstana Siûdî karê 90 hezar karkerên înşeatê betal dike
Li Erebîstana Siûdî ku kêmbûna buhayê petrolê bandoreke giran lê kir, wê karê bi deh hezaran karkerên li sektora înşeatê dixebitin were betalkirin. -
Qanûna li Fransayê bûye kabûs îro dikeve rojeva Meclîsê
Qanûna Kar a li Fransayê wê mafên bi mîlyonan karkeran xesp bike, îro dikeve rojeva Meclîsa Neteweyî. -
3 gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê yên 'potansiyela jiyanê lê heye' hatin keşfkirin
Di encama xebateke zanyarên Zanîngeha Lîege ya Belçîkayê de herî kêm 3 gerstêrkên li deveyî Sîstema Rojê yên 'potansiyela jiyanê lê heye' hatin tespîtkirin. -
Polîsên Fransayê êrîşî çalakiya 'Şev li ser piyan e' ya li Repûblîqûe kirin
Tevgera 'Şev li ser piyan e' (Nûît Deboût), ku ji 31'ê Adarê û vir ve li Meydana Repûblîqûe ya li paytexta Fransa Parîsê çalakiyan lidar dixe, bû hedefa destwerdana tund a polîsan. -
Wezîra Elman: Serokwezaretî pêşî li Qanûna Mûçeyê Wekhev digire
Pêşnûmeya ji aliyê Wezîra Malbatê Manûela Schwesîg ve par hat amadekirin û nîqaş hînê li ser tê kirin, tê gotin bi mehan e ji aliyê Serokwezaretiyê ve tê astengkirin. -
IUCN: Ji bo 'hin cureyan' xeteriya herî mezin bazirganên heywanan e
Di serî de li Afrîkayê li gelemperiya cîhanê gelek cureyên heywanan ji ber bazirganiyên tên qelihandin. Kêmaniya hawirdorparêzî û bêparbûna ji hişmendiya çandinî, madenkarî û bajarvaniyê, pirsgirêkê girantir dike. -
Di pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Stockholmê de Erdogan hat şermezarkirin
1'ê Gulanê roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya navneteweyî ya çîna karker, hema hema li hemû bajar û navçeyên Swêdê bi mîtîng, meş, konferans, panel û şevan hat pîrozkirin. -
Drama penaberan a li Derya Spî dewam dike
Li Derya Spî, ji ber girtina rêya Yewnanîstan û Balkanan li penaberan, careke din bû rêgeha sereke ya penaberan. Li vê derê, karesatên bi serê penaberan de tên, roj bi roj zêde dibin. -
Li Ewropayê meşên 1'ê Gulanê yên bi coş
Li gelek bajarên Ewropayê, Kurdistanî bi rengekî girseyî tevlî meşên 1'ê Gulanê bûn. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên li Kurdistanê û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Li Fransayê bi hezaran di 1’ê Gulanê de Qanûna Xebatê protesto kirin
Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi sed hezaran kes li Fransayê kom bûn, pêşnûmeqanûna Xebatê protesto kirin. -
Li Yekîtiya Ewropayê rêjeya bêkariyê kêm dibe
Li Yekîtiya Ewropayê (YE) rêjeya bêkariyê daket asta herî nizm a 7 salên dawî. -
Bîlançoya lehiya li Kenyayê rabû giran dibe
Hejmara mirovên ji ber barana zêde li paytexta Kenya Naîrobî û derdora wê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 19 kesan. -
Erdheja Ekvadorê: Zilamê 72 salî piştî 13 rojan hat rizgarkirin
Li Ekvadorê di ser erdheja ku rê li ber mirina nêzî 660 kesan vekir, 13 roj derbas bûn. Ji binê xirbeyan mirovekî extiyar bi saxî hat derxistin. -
'Tirkiye çekan dikire ji bo bide rêxistinên terorê'
Rojnameya Demokratîa ya li Yewnanîstanê tê weşandin ragihand, Tirkiye ji bo bide rêxistinên terorê ji welatên Yekîtiya Ewropa û Ûkraynayê çekan dikire. -
Parlamentoya Iraqê ji aliye bi hezaran kesî ve hate dagirkirin
Hezaran kesên ku li qada Tahrîrê ji bo daxwaza hikûmeta nû protesto pêş dixistin, deriyê parlamentoyê şikandin û dagir kirin.