Polîsên Fransayê êrîşî çalakiya 'Şev li ser piyan e' ya li Repûblîqûe kirin

Tevgera 'Şev li ser piyan e' (Nûît Deboût), ku ji 31'ê Adarê û vir ve li Meydana Repûblîqûe ya li paytexta Fransa Parîsê çalakiyan lidar dixe, bû hedefa destwerdana tund a polîsan.

Tevgera 'Şev li ser piyan e' (Nûît Deboût), ku ji 31'ê Adarê û vir ve li Meydana Repûblîqûe ya li paytexta Fransa Parîsê çalakiyan lidar dixe, bû hedefa destwerdana tund a polîsan. Bi fermana Midûriyeta Emniyetê, polîsan 'hin çalakvanên şîdetê' weke bahane nîşan dan û bi zora polîsan meydan vala kirin.

Li Meydana Repûblîqûe ku ev meheke çalakî lê tê lidarxistin, saet di 22:00 de di navbera polîsên hêzên taybet (CRS) û hin çalakgeran de şer derket. Polîsan îdîa kirin ku 'hin çalakgerên alîgirê şîdetê' fîşekên hewayî û teqemendî avêtine polîsan.

Ji ber destwerdana polîsan a bi bombeyên çavê mirovan dişewitîne, şer derket. Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê biryar da herêm were valakirin. Heta nîvê şevê bi sedan çalakger li qadê man. Mirovên li nava kolanan bûn hedefa destwerdana polîsan, zincîra ji mirovan çêkirin.

Xwepêşandanên piştî meşa 1'ê Gulanê ya duh, li Natîon li hev civiya bûn û di navbera wan û polîsan de şer derketibû. Li vê derê herî kêm 18 kes hatibûn binçavkirin.

Çalakiya 'Şev li ser piyan e' weke nerazîbûnek li hemberî polîtîkayên aboriyê yên hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) ji 31'ê Adarê û vir ve li meydana Repûblîqûe ya Parîsê û gelek bajarên vî welatî didome.