CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Parlamentoya Iraqê dîsa kom nebû
Ji ber civîna ji bo dengdayina wezîrên kabîneya Parlamentoya Iraqê negihişt hejmara pêwîst, pêk nehat. -
Parîs li ser piyan e: Çalakiya nobedê mehek li dû xwe hişt
Tevgera "Şev li ser piyan e" ku di dema protestoyên li hemberî qanûna kar a li Fransayê derket holê, ev mehek e li ser piyan e. -
Hollanda wê li hemberî teqînên nuklerî iyotê belav bike
Piştî Belçîkayê, Hollanda jî ji ber fikara teqîna reaktorên nuklerî, tedbîran digire. -
Li Ûkraynayê agirbesta Cejna Paskalya
Bi wesîleya Cejna Paskalya, ku Xiristiyanên Ortodoks wê sibe pîroz bikin, di navbera hikûmeta Ûkraynayê û komên Rûs de agirbest hat ragihandin. -
Mûçeyê karmendên li Elmanyayê tê zêdekirin
Li Elmanyayê, di danûstandinên li ser mafên zêdeyî 2 mîlyon karker û karmendên li saziyên federal û rêveberiyên herêmî dixebitin de, li hev hat kirin. -
Ziwayiya ji ber El Nîno rû da, ji Başûrê Asya heta Afrîkayê bandorê li çandiniyê dike
Ji ber fenomena El Nîno, ku hînê dewam dike ji Asyayê heta Afrîkayê zêdeyî 60 mîlyon mirov nikarin xwe xwedî bikin. Ev yek bandorê li çandiniyê dike ku çavkaniya debara bi sed mîlyonan însanî ye. -
Li Norwêcê helîkopter ket: 11 cenaze hatin dîtin
Li Norwecê piştî helîkopter ket, di encama lêgerînan de ji 13 cenazeyan 11 hatin dîtin. -
Rûsya û DYA ji bo agirbesta li Sûriyeyê li hev kirin
DYA û Rûsya piştî bomberdûman û şerên ku di rojên dawî de li Sûriyeyê dijwar bûne li hev civiyan, ji bo agirbesta li welêt li hev kirin. -
Bîlançoya şerên li Fransa: 78 polîs birîndar, 214 binçavkirin
Bîlançoya bûyerên duh li Fransayê yên ku li hember pêşnûmeya Qanûna Xebatê ya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) wek nerazîbûn derketin holê û pevçûn derketin, hatin eşkerekirin. -
Helîkoptera 15 kes tê de bûn ket xwarê
Li girava Tûroey a Norwêcê, helîkopterek herî kêm 15 kes tê de bûn ket xwarê. -
Elmanya wê hîn bêhtir leşkeran bide mîsyona NATO ya li Rojhilatê Ewropayê
Hewldanên NATO yên ji bo zêdekirina hebûna xwe ya leşkerî li welatên Baltik zêde dibin. Tê gotin, piştî serdana Obama, Elmanyayê biryar daye hîn bêhtir leşkeran bişîne herêmê. -
Ewropa li dijî penaberan hîn bêhtir têlan dirêse
Piştî pêla penaberan a par di ser Balkanan ber bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ve herikî, li ser sînorên gelek welatan careke din têl tên rêsandin. -
Qurbaniyên narkotîkê yên li Elmanyayê yek ji pênc paran zêde bû
Serokê BKA Holga Munch û Parlamenter Marlene Mortler ku ji aliyê hikûmeta federal ve têkildarî pirsgirêka narkotî hat wezîfedarkirin, rapora bikaranîna narkotîkê li Elmanyayê, ji raya giştî re eşkere kirin. -
Qadên şînkayî zêde bûn
Li gorî lêkolînek ji aliyê 32 zanyarên ji 8 welatan ve hat kirin û li kovara Natûre Clîmate Change hat weşandin, rêjeya qadên şînkayî yên li ser rûyê erdê, di nava 33 salan de bi 18 mîlyon kîlometre çargoşeyî zêde bû. -
Di pêşendanên li dijî Qanûna Xebatê de pevçûn
Li Fransayê li dîjî Qanûna Xebatê ya ku heftaya pêş tê Meclîsa Neteweyî, îro di 7. çalakiya li seranserî welêt de bi sed hezaran çalakvan amade bûn, li dehan bajarî di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. -
Di çalakiya 7. a li dijî Qanûna Kar a li Fransayê de alozî rû da
Li dijî pêşnûme qanûna hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) a mafên xebatkaran kêm dike, îro li Fransayê cara 7. çalakî hat lidarxistin. -
Li Îtalyayê operasyona li dijî DAIŞ'ê: Çeteyên plana êrîşê li Romayê dikirin hatin girtin
Li Îtalyayê, di operasyona li hemberî DAIŞ'ê de 6 endamên çete hatin binçavkirin. Tê gotin, yek ji van çeteyan hewl daye li Romayê êrîşê bide kirin. -
Li Lîbyayê di şerê navbera şebeke û koçberan de herî kêm 15 kes mirin
Li bajarê Benî Welîd ê Lîbyayê ku heta niha şer kêm caran lê qewimî, di navbera koçberan û qaçaxçitiyên mirovan de şer derket. Herî kêm 12 koçberên Misirî û 3 welatiyên Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan. -
Projeyên 'Bajarê Kesk' zêde dibin
Germahiya Global êdî bûye yek ji girîngtirîn rojevên civakên cîhanê. Hewldanên ji bo afirandina qadên jiyanê yên atmosfer û hawirdorê gemarî nakin, balê dikişînin. -
Yek ji faîlê qetlîama 13’ê Mijdarê radestî Fransayê hate kirin
Yek ji çeteyên DAÎŞ’ê Salah Abdeslam ê 13’ê Mijdara 2015’an li paytexta Parîs a Fransayê 131 kes qetilkiribû, radestî Fransayê hate kirin. -
Li Tirkiyê şerê navxweyî heye
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaharova di daxuyaniya heftane ya çapemeniyê de careke din welatiyên xwe hişyar kir ku ji bo bêhnvedan û betlaneyê neçin Tirkiyeyê. -
Tê gotin 'Serokê îstîxbarata Elman ji wezîfeyê tê girtin'
Di nûçeyên li medya Elman hatin weşandin de hat îdîakirin ku Serokê Servîsa Agahîwergirtinê ya Federal (BND) Gerhad Schîndler ji wezîfeyê qut dibe. -
Di hilbijartinên DYA de Clîngton û Trûmp li pêş in
Di pêşhibijartinên li 5 eyaletan ên li DYA de, ku weke 'Sêşema Super' tê binavkirin, Donald Trûmp û Hîllary Clînton bi ser ketin. -
Ji bo têkbirina Serokê Venezûelayê plana referandûmê di dewrê de ye
Ji bo têkbirina Serokdewletê Venezûzelayê Nîcolas Madûro, mûxalefeta rastgir a piraniya parlamentê ji endamê wan pêk tê, plana referandûmê xist dewrê. -
Li Spanyayê hikûmet ava nebû, xuya ye hilbijartin wê dîsa pêk bên
Ji hilbijartinên giştî yên meha Kanûnê û vir ve, li Spanyayê koalîsyon nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê, hat ragihandin ku wê parlament ji hev bê belavkirin.