Yek ji faîlê qetlîama 13’ê Mijdarê radestî Fransayê hate kirin
Yek ji çeteyên DAÎŞ’ê Salah Abdeslam ê 13’ê Mijdara 2015’an li paytexta Parîs a Fransayê 131 kes qetilkiribû, radestî Fransayê hate kirin.

Li gorî îdîaya malpera La Dernîere Heûreyê, ev ji aliyê Daraza Federal a Belçîkayê ve hate piştrastkirin.
Li gorî vê, yek ji çeteyên DAIŞ’ê Abdeslam ê ku qetlîama hovane ya 13’ê Mijdarê plan kiribû û xwe rizgar kiribû, duh şev radestî Fransayê hatiye kirin. Abdeslam, di operasyona 18’ê Adarê ya ji aliyê polîsên Belçîkî ku li herêma Malenbeek-Saînt-Jeanê de hatibû lidarxistin de hatibû girtin.
Li gor daxuyaniya ji dozgeriya Parîsê, Abdeslam îro saet 9:00’ê sibehê ve li Fransayê ye.
Hat diyarkirin ku navê kilît ê qetlîama DAIŞ’ê îro birine pêşberî dozgeriyê yan jî wê hê bibin pêşberî dozgeriyê. Tê payîn ku bibin girtîgeha ku ewlekariya wê herî bilind a Fleûryû Mergîsê.