Di pêşendanên li dijî Qanûna Xebatê de pevçûn

Li Fransayê li dîjî Qanûna Xebatê ya ku heftaya pêş tê Meclîsa Neteweyî, îro di 7. çalakiya li seranserî welêt de bi sed hezaran çalakvan amade bûn, li dehan bajarî di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin.

Li Fransayê li dîjî Qanûna Xebatê ya ku heftaya pêş tê Meclîsa Neteweyî, îro di 7. çalakiya li seranserî welêt de bi sed hezaran çalakvan amade bûn, li dehan bajarî di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. Di bûyeran de nêzî 100 çalakvanî hatin binçavkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li dijî pêşnûme qanûnê ya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) ku mafên xebatkaran sînordar dike, îro li Fransayê cara 7’emîn ji danê sibehê ve çalakiyan destpê kir. Xebatkarên li Şîrketa Rêhesin a Fransa (SNCF) û yên li şîrketin balafirgehan piştgirî dan vê çalakiya ku xwendekar piştgirî didinê û dest bi grevê kirin.

Di dema pêşendanên ku herî kêm ji 10’an yek seferên SNCF’ê betal bûn de li gelek bajaran beşek mezin a xebatkarên wesayîtên komveguhestinê tevlî grevê bûn.

Di pêşendanên seranserî welêt de zêdetirî sed hezaran çalakvan amade bûn, tenê li paytext Parîsê, li gor sendîkaya CGT’ê 60 hezar kes meşiyan. Ev hejmar li Toûloûse 12 hezar, Lyonê 15 hezar û Nantesê jî nêzî 20 hezaran bû, her wiha li bajarên din ên mezin jî bi hezaran tevlîbûn çêbûn.

...