CÎHAN
Li Venezûelayê 2 erdhejên bi 7,2 û 7,5 pileyî bûn sedema hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên fermî herî kêm 164 kes mirin. Lê tê gotin, dibe ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da bin.
Piştî ku hevdîtinên aştiyê bê encam man, rêveberiya Washingtonê operasyonên leşkerî yên bi sînor ên li dijî Îranê ji nû ve xist rojeva xwe. Plana dorpêçkirina Tengava Hurmuzê jî li Ewropayê bû sedema nerazîbûneke cidî.
Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Jinan di refên pêş ên meşan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û wiha gotin, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan ji kolanan neterikînin.”
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê, diyar kir ku ew amade ne li gel rayedarên Efganîstanê diyalogê bidomînin û got ku lê divê ‘pirsgirêkên ewlehiyê yên esasî’ yên têkildarê ewlehiya sînor û fealiyeta komên çekdar bên çareserkirin.
Qirkirina ku DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê dijî gelê Êzidî pêk anîbû, li bajarê Borlänge yê Swêdê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Hemû Nûçe
-
Polîtîkaya çandiniyê ya YE karên li qada bejahî tine kir
Li gorî rapora ji aliyê Parlamenterê PE yê ji Partiya Sosyalîst a Fransayê (PS) Erîc Andrîeû ve hat amadekirin û li rûniştina li Brukselê hat pêşkêşkirin, bernameya Yekîtiyê Ewropayê ya bi navê PAC bi tenê bi kêrî 'parastina hebûna sektorê' hat.
-
-
-
-
-
-
-
-
Parlamenta Iraqê sibe dicive
Berdevkê çapemeniyê yê Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî Ahmet Mahcûp daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, parlamenta Iraqê wê sibe bi serokatiya Selîm Cîbûrî li hev bicive.
-
Berê xwe nede şer, bide aştiyê
Li Brukselê bi hezaran kesî, budçeya razemeniya ji mîlyaran a ji bo balafirên şer şermezar kirin. Girseya gel dirûşma "Dem dema şoreşê ye, ne ya şer e" qîriya û bi şiyara "NATO bicehime, em balafirên te yên şer naxwazin" meşiya.
-
Di danûstandinên Yemenê de pêşketin nîne
Ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li Yemenê ku di nava 13 mehan de rê li ber mirina 6 hezar 500 kesî vekir, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li Qûweytê muzakereyan destpê kirin. Danûstandin di roja sêyemîn de ye.
-
175 welatan mora xwe danîn binê Peymana Avhewayê
Merasîma îmzekirina peymana avhewayê, ku di Konferansa Guhertina Avahewayî ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) de li ser li hev hatibû kirin, bi dawî bû. Bi giştî 175 welatan mora xwe danîn binê vê peymanê.
-
Çîn santralên nuklerî yên li ser avê digerin çêdike
Çîn hebûn û hêza xwe ya leşkerî û bazirganî ya li Derya Başûrê Çînê zêdetir dike. Di vê çarçoveyê de wê li giravên piştre hatine çêkirin û di dema dawî de hejmara wan zêde dibe, santralên nukleerî yên li ser avê digerin bên çêkirin.
-
DYA wê madeya D20 a Îranê bikire
Di çarçoveya berpirsyariyên Îranê yên peymana nukleerî de, madeya ava giran a ji doteryûm îzotopê (D20), ku qedexeye li vî welatî bê ragirtin, wê ji aliyê DYA ve bê kirîn.
-
-
-
-
Alîgir û dijberên Pegîda şer kirin
Li bajarê Jena yê li rojhilatê Elmanyayê ye, nîjadperestên endamên Pegîda di roja rojbûna Hîtler de xwepêşandanek lidar xistin. Komên demokrat jî li hemberî nîjadperestan daketin kolanan û di navbera wan de şer derket.
-
-
-
Dadgeha Bilind biryar da ku Îran tazmînatê bide
Ji bo ji xizmên mirovên di êrîşên li DYA yên tê îdîakirin bi desteka Îranê hatine kirin jiyana xwe ji dest dan, hin fonên Îranê hatibûn desteserkirin. Daxwaza radestkirina van fonan ji Îranê re hat redkirin.
-
-
Li ser êrîşkarên li Brukselê agahiyên nû
Têkildarî kiryarên komkujiya 22'ê Adarê ya li Brukselê ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, agahiyên nû derketin holê. Hat ragihandin, ji kiryaran Najîm Laacharoûî li Balafirgeha Zaventem a êrîş lê hat kirin, bi salan xebitiye.
-
-