Wezîrên Maliyeyê yên Yekîtiya Ewropayê di civîna bilind a li paytexta Belçîkayê Brukselê de hatin cem hev. Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin, ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçitiya bacê wê 'lîsteya bihuşta bacê' ya hevpar bê amadekirin. Bi lîsteya hevpar re tê xwestin, pêşî li revandina bacê, ku piştî skandala Belgeyên Panama derket asteke bilind, bê girtin.
Kokmîserê ji Karên Malî yên Komîsyona YE Berpirsyar Pîerre Moscovîcî piştî civînê daxuyanî da û diyar kir, welatên endam li hev kirine di mijara avakirina 'lîsteya reş a bihuştên bacê' ava bikin. Moscovîcî da zanîn, ev lîste wê heta dawiya salê bê amadekirin û anî ziman li ser welatên tevlî lîsteyê bên kirin, hevdîtin dewam dikin.
Di civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de li hev hat kirin ku gahiyên bacê yên şîrketan bên parvekirin. Bi saya vê yekê wê rewşeke 'zelalktir' bê afirandin û bi vî rengî pêşî li revandina bacê were girtin.
Di çarçoveya biryarên di civîna bilind de hatin wergirtin, wê banka û şêwirmendên wan di mijara bacê de baştir werin şopandin. Li gorî vê yekê wê Komîsyona YE di mehên pêş de pêşniyaran pêşkêş bike û tê xwestin pêşî li revandina fonên muşteriyan li derveyî welat bê girtin.
Di Belgeyên Panama de her wiha derketibû holê ku gelek bankayan alîkarî dane şîrketên muşteriyê xwe, ku ji bacê birevin.