Li ser êrîşkarên li Brukselê agahiyên nû

Têkildarî kiryarên komkujiya 22'ê Adarê ya li Brukselê ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, agahiyên nû derketin holê. Hat ragihandin, ji kiryaran Najîm Laacharoûî li Balafirgeha Zaventem a êrîş lê hat kirin, bi salan xebitiye.

Li gorî agahiyên qenala VTM a bi zimanê Flamanî weşana xwe dike, ji çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşkara întixarî pêk anîn Najîm Laachraoûî, bi rêya şîrketa paqijiyê ya weke karkerê demî lê dixebitî, li balafirgeha komkujî lê kir dixebitî. Li gorî vê qenalê, Laachraoûî heta dawiya sala 2012'an 5 salan li vê balafirgehê xebitiye.

Her wiha derketibû holê ku ji kiryaran Laachraoûî di navbera salên 2009 û 2010'an de bi rêya şîrketeke paqijiyê li PLarlamenta Ewropayê jî xebitiye. Mînakên DNA yên Laachraoûî û teqemeniyên di êrîşa li hemberî salona konserê ya Bataclan a li Parîsê û Stade de France de, li daîreyeke apartmanê ya li taxa Schaerbeek a Brukselê hatibû dîtin.

Derketibû holê ku Najîm Laachraoûî di Sibata 2013'an de çûye Sûriyeyê, tevlî DAIŞ'ê bûye û par bi pasaporta sexte li sînorê Awûstûrya-Macarîstanê hatiye dîtin.

Qenala VTM îdîa kir ku 50 karkerên şîrketeke paqijiyê xwedî qertên ketina balafirgehê ne û di 22'ê Adarê de heman piştî êrîşê çend ji van xebatkar bi dizî li hev kom bûne û îbadet kirine.