Rêxistina Efûryê: Artêşa Nîjeryayê 350 kes qetil kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li ser komkujiya Kanûna 2015'an a ji aliyê artêşa Nîjeryayê ve hat kirin, agahiyên berfireh eşkere kir.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li ser komkujiya Kanûna 2015'an a ji aliyê artêşa Nîjeryayê ve hat kirin, agahiyên berfireh eşkere kir.
Rêxistina Efûyê diyar kir, artêşa Nîjeryayê komkujî li hemberî Şîa kiriye û cesedên mirovan jî bi dizî veşartiye. Li gorî rapora rêxistinê, 350 kes hatin qetilkirin.
Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hat ragihandin artêşê gule li 350 kesan reşandiye û şewitandiye. Piştre jî cesedên van mirovan bi dizî veşartiye.
Di rapora rêxistinê de tevî vegotinên şahidan, wêneyên satalaytê yên herêmên gengaz ên gora komî hatin weşandin.
Şahidan diyar kirin, leşkeran êrîşî klînîkên birîndar lê bûn kirine û hin birîndar şewitandine.