Wezîfedarên Elman bi şantaja dersînorkirinê re pere ji penaberan stendine

Têkildarî îdîayên ku dibêjin 'Li navendeke qebûlkirina penaberan a Elmanyayê, wezîfedarên ewlekariya taybet bi şantajê pere ji penaberan stendine' lêpirsîn tê meşandin.

Têkildarî îdîayên ku dibêjin 'Li navendeke qebûlkirina penaberan a Elmanyayê, wezîfedarên ewlekariya taybet bi şantajê pere ji penaberan stendine' lêpirsîn tê meşandin. Hat ragihandin, van wezîfedarên şîrketê gef li penaberan xwarine ku eger pereyê ji wan dixwazin nedin, 'ew ê wan dersînor' bikin.

Radyoya Bayerîscher Rûndfûnk ragihand, têkildarî bûyerên li navenda qebûlkirina penaberan a li Euroindustirepark a li paytexta Bavyera Munchenê, lêpirsîn hatiye vekirin. Li gorî nûçeyê, personelên ewlekariyê yên li vê navendê bi gef û şantaja dersînorkirinê, pereyê penaberan ji wan stendine.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê dozgeriyê ve hat erêkirin de, polîsan duh avêtin ser şîrketa ewlekariyê ya navê wê nehat eşkerekirin.

Li gorî qanûnên eyaletê, penaber neçar in pereyekî zêdeyî 750 euro radestî rayedaran bikin. Li gorî îdîayê, wezîfedarên ewlekariyê yên li navenda qebûlkirinê, 750 euro pereyên bi penaberan re qeyd nekirine û ji penaberan ev pere xwestine.

Lêpirsîna li hemberî şîrketa ev wezîfedar lê dixebitin, dewam dike.