Li Fransayê greva xebatkarên rêyên hesinî: Gelek sefer betal bûn
Li Fransayê, ji ber ku daxwaza maf a zêdeyî 150 hezar karkeran nehat bihîstin, xebatkarên rêyên hesinî dest bi grevê kirin.
Li Fransayê, ji ber ku daxwaza maf a zêdeyî 150 hezar karkeran nehat bihîstin, xebatkarên rêyên hesinî dest bi grevê kirin.
Li Fransayê, ji ber ku daxwaza maf a zêdeyî 150 hezar karkeran nehat bihîstin, xebatkarên rêyên hesinî dest bi grevê kirin. Greva duh êvarê saet di 19:00 de destpê kir wê heta saet 08:00 ê sibe bidome. Ji ber biryara grevê seferên trenê yên navbera gelek bajar û herêman, hatin betalkirin.
li rojhilatê welêt, yek ji çar seferên trenên bi lez hatin betalkirin. Li xeta bakur, başûrrojava û başûrrojhilat jî grev bandorê li nîvê seferên trena bi lez (TGV) dike.
Hema hema temamiya seferên navbera bajaran Intercites bi şev hatin betalkirin. Îro jî wê yek ji sê trenan di nava rojê de ximetê bide. Grevê bandor li seferên derveyî welat ên wekî Eurostar, Thalys û Alleo nekiriye. Di seferên Lyrîa, Elîpsos û SVI de jî hin pirsgirêk rû didin.
Herêma ku greva rêyên hesinî herî zêde bandor lê kiriye herêma Ile-de-France ye ku paytext Parîs jî di nav de ye. Li herêma Ile-de-France yek ji du trenan naxebite. Zêdeyî nîvê seferên RER ên bi rêk û pêk diçin Parîsê betal bûn.
Di daxuyaniya SNCF de hat ragihandin, kesên dixwazin bi trenê biçin cihekî, ji ber grevê beriya rêwîtiyê malpera înternetê ya şîrketê kontrol bikin.
Li hemberî pêşnûme projeya nû ya Şîrketa Rêyên Hesinî ya Fransayê (SNCF) ya li ser dema kar û bêhnvedanê ya xebatkaran, nûenrên 150 hezar xebatkaran sendîkayên CGT, Unsa, SUD, CFDT daxwaza mafê xebatkaran kiribûn û ji ber ku bersiv ji vê re nehat dayîn, biryara grevê girtibûn.
Sendîkayên karkeran, ji sala 2013'an û vir ve cara duyemîn de biryara greva giştî werdigirin. Herî dawî di 9'ê Adarê de grev hat kirin û li gorî rêveberiya SNCF ji sedî 35 ê personal, li gorî sendîkayan jî ji sedî 60 ê makînîst û kontroloran tevlî bûbûn.
Eger daxwazên xebatkarên rêyên hesinî neyên qebûlkirin, çav li rê ye ku di 10'ê Gulanê de li gelemperiya welêt xwepêşandan bên lidarxistin.