Li Meksîkayê rojnamevanekî din hat qetilkirin
Li eyaleta Gûerrero ya Meksîkayê, ku çete li vê derê her li ser kar in, rojnamevanek hat qetilkirin.

Meksîka di lîsteya azadiya çapemeniyê de, di nava 180 welatan de li rêza 149. e. Hat ragihandin, li eyaleta Gûerrero ya başûrrojavayê welêt, rojnamevanek ji aliyê 'kesên nasname nediyar' ve hatiye kuştin. Di daxuyaniya rojnameya El Sol de Acapûlco de hat gotin, nûçegihanekî wan li pêşiya mala xwe ya li bajarê Taxco hatiye qetilkirin.
Dozgeriyê jî bi daxuyaniyekê piştrast kir ku rojnamevan hatiye qetilkirin, lê li ser bûyerê ti detay eşkere nekir. Hat hînbûn, rojnamevan piştî ku zarokê xwe bir garê, vegeriya malê û li ber xaniyê xwe hat qetilkirin.
Li Meksîkayê hejmara rojnamevanên ji destpêka salê û vir ve hatine qetilkirin, gihaşt pênc kesan. Eyaleta Gûerrero ya rojnamevan lê hat qetilkirin, yek ji eyaletên herî zêde çete lê di nava tevgerê de ne.