Polîtîkaya çandiniyê ya YE karên li qada bejahî tine kir

Li gorî rapora ji aliyê Parlamenterê PE yê ji Partiya Sosyalîst a Fransayê (PS) Erîc Andrîeû ve hat amadekirin û li rûniştina li Brukselê hat pêşkêşkirin, bernameya Yekîtiyê Ewropayê ya bi navê PAC bi tenê bi kêrî 'parastina hebûna sektorê' hat.

Li gorî rapora ji aliyê Parlamenterê PE yê ji Partiya Sosyalîst a Fransayê (PS) Erîc Andrîeû ve hat amadekirin û li rûniştina li Brukselê hat pêşkêşkirin, bernameya Yekîtiyê Ewropayê ya bi navê Polîtîkaya Çandiniyê ya Hevpar (PAC) bi tenê bi kêrî 'parastina hebûna sektorê' hat. Hat ragihandin, gelek reformên di 25 salên dawî yên dîroka 54 salan a PAC'ê de hatin kirin, li şûna afirandina qadên nû yên kar, kargehên malbatî tine kirin zerar dan qada bejahî.

Li gorî raporê, li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 22 mîlyon di karên çandiniyê de tên xebitandin. Bi şîrketên xureka çandiniyê hildiberînin re ev hejmar digihêje 46 mîlyonan. Di raporê de hat ragihandin, bi giştî 15 mîlyon şîrket di çanidinî û hilberînê de cih digirin û hat gotin, para her du sektoran di nava aboriya Yekîtiya Ewropayê de ji sedî 6 e.

SUBVANSIYON BI KÊRÎ HILBERÎN Û AFIRANDINA CIHÊN NÛ YÊN KAR NAYÊ

Li gorî rapora parlamenterê Parlamenta Ewropayê (PE) Erîc Andrîeû, ji ber reformên ji sala 1992'an û vir ve di bernameya PAC'ê de hatin kirin, li bazara çandiniyê pêşî li berhemên hişk ên serbest hat vekirin, lê kargehên biçûk ên malbatan zerareke mezin dîtin. Di raporê de hat destnîşankirin, ku vê yekê feyde li kagehên malbatan nekir, bi kêrî modela çandiniya întansîf hat.

Wekî din hat gotin, beşeke mezin a fonên PAC ku bi salane bi 55 mîlyar euro re ji sedî 43 ê budçeya Yekîtiya Ewropayê ye, li kargehan û qada çandiniyê hatine xerckirin. Lê belê ne bi kêrî çandinê ne jî bi kêrî afirandina qadên nû yên kar hatiye.

HEJMARA KARGEHAN JI SEDÎ 20 KÊM BÛ

Li gorî raporê, subvansiyon û alîkariyên di çarçoveya bernameya PAC'ê de heta roja îro li YE hat kirin, di nava kargehên li qada bejahî de rê li ber windahiyeke mezin a kar vekir û têkildarî subvansiyonê şîroveya 'dûrî ji rastiyê' hat kirin. Di dewama raporê de hat gotin, "Di salên dawî de li gelek welatên Ewropayê qadên bejahî ji cotkaran hatin xalîkirin û qadên kar ji holê rabûn."

Li gorî vê yekê hejmara kargehên li gelemperiya Ewropayê di sala 2007'an de 13,6 mîlyon bû. Ev hejmar di sala 2013'an de daket 10,8 mîlyonî, yanî ji sedî 20 kêm bû.

Li karên çandiniyê bi giştî 22 mîlyon kes dixebitin, lê ji van bi tenê 12 mîlyon mirov tevahiya rojê dixebitin.