DYA wê madeya D20 a Îranê bikire

Di çarçoveya berpirsyariyên Îranê yên peymana nukleerî de, madeya ava giran a ji doteryûm îzotopê (D20), ku qedexeye li vî welatî bê ragirtin, wê ji aliyê DYA ve bê kirîn.

Di çarçoveya berpirsyariyên Îranê yên peymana nukleerî de, madeya ava giran a ji doteryûm îzotopê (D20), ku qedexeye li vî welatî bê ragirtin, wê ji aliyê DYA ve bê kirîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA John Kîrby diyar kir, bi qasî 32 ton D20 a pêwîstiya Îranê pê nîne, ji aliyê welatê wan ve bê kirîn. Kîrby da xuyakirin, ku di encama lihevkirina di hevdîtina navbera Wezîrên Karên Derve yên her du welatan de, biryar aht dayîn madeya asta rêjeya wê ya doteryûmoksîd zêde ye, ji DYA re bê firotin.

Kîrby daxuyaniyeke nivîskî weşand û anî ziman, D20 a ji Îranê were kirîn 'radyoaktîf nîne' û ji aliyê ewlekariyê ve 'xetere' nîne.

Li gorî nûçeya Wall Street Joûrnal, ji bo firotina vê madeyê wê 8,6 mîlyon dolar bê dayîn.

Ava giran ji ber taybetmendiya xwe ya hêza lawazkirina notronê, derfetê dide ku di reaktoran de li şûna sotemeniyê ûranyûma xwezayî bê bikaranîn.