Çîn santralên nuklerî yên li ser avê digerin çêdike

Çîn hebûn û hêza xwe ya leşkerî û bazirganî ya li Derya Başûrê Çînê zêdetir dike. Di vê çarçoveyê de wê li giravên piştre hatine çêkirin û di dema dawî de hejmara wan zêde dibe, santralên nukleerî yên li ser avê digerin bên çêkirin.

Ji bo bersivê bide pêdiviya elektrîkê ya baregehên leşkerî yên li van giravên çêkirî yên li Derya Başûrê Çînê, dixwaze li vê derê santralên nuklerî çêbike. Şîrketa dewletê ya bi navê Chîna Shîpbûîldîng Îndûstry ragihand, ku ew ê rêze santralên nukleerî ya bi temamî li ser deryayê ye, çêbike.

Di daxuyaniya şîrketê de hat îdîakirin ku ev santralên li ser avê, wê bi temamî ji bo 'armanca sivîl' bên bikaranîn û bersivê bide pêdiviya elektrîkê ya baregehên leşkerî.

Li Derya Başûrê Çînê ku serdestiya Çînê ya li vir mijara nîqaşê ye, Çînê gelek girav çêkiribû û li ser hin van giravan baregeha leşkerî ava kiribû.