Efserên 'Şoreşa Qurnefîlê' destek dan hikûmeta çep a li Portekîzê

Li Portekîzê, koalîsyona çep a polîtîkaya şidandina kemerê ya hikûmeta berê ya mûxafazakar qedand, ji leşkerên ku welat ji rejîma dîktatoriyê rizgar kirin, piştgirî wergirt.

Li Portekîzê, koalîsyona çep a polîtîkaya şidandina kemerê ya hikûmeta berê ya mûxafazakar qedand, ji leşkerên ku welat ji rejîma dîktatoriyê rizgar kirin, piştgirî wergirt. Leşkerên di darbeya leşkerî ya 25'ê Nîsana 1974'an de cih girtin, ku ev darbe weke 'Şoreşa Qurnefîlê' yan jî 'Darbeya Serpelan' hat binavkirin, ji bo destekê bidin hikûmeta nû tevlî pîrozbahiyên boykotkirina polîtîkayên şidandina kemerê bûn. 

Li Portekîzê, piştî hilbijartinên meha Cotmehê, Partiya Sosyalîst (PS) a ji Bloka Çep (Bloco de Esquerda) û Koalîsyona Yekîtiya Demokratîk (CDU) ya tifaqa Kesk-Komunîst hat destekkirin, hikûmeteke hindikahiyan ava kiribû. Serokwezîrê vê hikûmetê Antonîo Costa qebûl kir, ku polîtîkayên şidandina kemerê ya Yekîtiya Ewropa (YE) di dema Serokwezîrê berê yê mûxafazakar Pedro Passos Coelho de ferz kir, sist bike.

Hikûmeta hindikahiyan ku ji Bloka Çep a bi dijberiya xwe ya li polîtîkayên YE tê naskirin û CDU piştgiriyê werdigire, ji sala 1976'an û vir ve rewşeke nû afirand. 

Leşkerên di nava 'Şoreşa Qurnefîlê' ya 25'ê Nîsana 1974'an de cih girtin, ku welat ji dîktatoriya Salazar rizgar kirin, bi hinceta ku polîtîkayên şidandina kemerê re 'şoreş ji cewhera xwe dûr ketiye' 4 salên dawî tevlî pîrozbahiyan nedibûn.

Têkildarî pîrozbahiyên duh de Komeleya 25'ê Nîsanê ku leşkerên berê endamên wê ne, daxuyaniyek weşand û da zanîn, ku ew ji nû ve tevlî pîrozbahiyên 42. salvegera rizgariya ji dîktator bûne. Di daxuyaniyê de işaret bi hikûmeta hindikahiyan a ji çep a radîkal û komunîstan pêk tê û hat gotin, "Êdî hikûmeteke me heye ku hêzên siyasî yên armancên şoreşê diparêze, heye."