CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li hemberî skandalên di lêpirsîna NSU de Dîe Lînke gilî kir
Di lêpirsîna Rêxistina Binê Erdê ya Nasyonal Sosyalîst (NSU) ya li Elmanyayê de, pêkanînên gumanbar ên îstîxbaratê balê dikşînin. -
Li dijî bajarokê Şîa êrîş: 12 mirî
Li hember qehweyeke li bakurê Iraqê gule hate barandin. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn. -
Îstixbarata Elman hewl dide 'kêmasiyên xwe' çareser bike
Di nava îstîxbarata Elman de ku tevî Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) navê wê di hin skandalan de derket, tedbîrên nû yên kontrolê tên wergirtin. -
Penaberên tên Îtalyayê gelo di ser Tirkiyeyê re tên?
Hat ragihandin, bi sedan penaberên duh hatin Îtalyayê, di ser Tirkiyeyê re hatibin. -
Qanûna tenduristiyê ya li DYA bloke bû
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), qanûna tenduristiyê ku pêşî li xizmeta tenduristiyê ya ji bo bi deh mîlyonan mirovên xizan vedikir, ji dadgeriyê derb xwar. -
Pêşnûmeya pêneewletiyê ya li dijî hikûmeta Fransî hat redkirin
Li Fransayê, pêşnûmeya pêneewletî ya ku mûxalefeta rastgir li dijî hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) da, ji ber hejmarê negirt nehat qebûlkirin. -
Li Ramadiyê 17 leşkerên Iraqê hatin kuştin
Li Ramadiyê çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî nuqteya leşkerî kir. Di êrîşê de 17 leşkerên Iraqê hatin kuştin. -
Li Fransayê li dijî Qanûna Xebatê û derbeya 49.3’yan çalakî
Nerazîbûnên li hember Qanûna Xebatê ya ku Partiya Sosyalîst (PS) tevî ewqas bertekên hundirîn jî bi xebitandina madeya 49.3 a Destûra Bingehîn ve bêyî dengdayinê derbas kir, mezintir dibin. -
Îtalya wê 500 leşkeran bişîne Iraqê
Îtalyayê da xuyakirin, ku ji bo parastina karkerên Bendava Mûsilê sererast dikin, wê 500 leşkeran bişîne herêmê. -
RSF û OSCE ji bo rojnamevanên li Ûkraynayê bang kirin
Navên rojnamevanên ji bo ji komên li herêma Donbass a Ûkraynayê serxwebûn îlan kirine nûçeyan werbigirin akredîtasyon kirin, hatin eşkerekirin. Ev skandala eşkerekirina navê rojnamevanan rê li be fikaran vedike. -
IMF: Bertîl gihaştiye 2 trîlyon dolarî
Seroka Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Chrîstîne Lagarde di gotareke xwe de ragihand, bertîla salane ya li gelemperiya cîhanê bi qasî 1,5-2 trîlyon dolar e. -
Rêjeya dengên Clînton û Trûmp digihêje hev
Ji bo hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê, namzetiya Hîllary Clînton û Donald Trûmp misoger dibe. -
Serbestiya vîzeyê ya Tirkiye-YE dibe xewnek
Xuya ye peymana li ser penaberan û serbestiya vîzeyê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di encama bazariyên kirêt de hatin amadekirin, wê nikaribin bi cih bên anîn. -
Bîlançoya êrîşa Bexdayê giran dibe: 65 kuştî, 60 birîndar
Êrîşa li dijî taxa li paytexta Iraq Bexdayê ku wek navenda Lîderê Şîî Mûqteda Es-Sadr û kelha Tevgera Sadr tê zanîn, DAIŞ’ê girt ser xwe. -
Li dijî pêngava 49.3 a hikûmeta Fransayê tevahiya şevê çalakî
Li dijî biryara qanûna xebatê a hikûmeta PS ku ji parlamentoyê derbas kirin, nerazîbûnên mezin hene. -
Rapora Keskan a PE: DYA li dijî revandina bacê tênakoşe
Li gorî rapora Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê (PE), ku ji aliyê endamê Tax Justîce Network parêzerê Arjantînî Andres Knobel ve hat amadekirin, DYA bi têrkerî li hemberî revandina bacê tênakoşe. -
NASA: 1.284 gerstêrkên nû yên li derveyî rojê hatin tespîtkirin
Ji teleskopa fezayê Kepler a ji aliyê NASA ve hat şandin, agahiyên nû tên. NASA'yê diyar kir, ji stêrkên ji aliyê Kepler ve hatine dîtin, herî kêm 1.284 ji wan gerstêrk in. -
Ji bo rakirina mayînan li Kolombiyayê civîna bilind tê lidarxistin
Li Kolombiyayê, ku danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 50 salan, dewam dikin civîneke bilind destpê kir. Di vê civînê de li ser paqijkirina gelemperiya welêt ji mayînan tê rawestîn. -
Koalîsyona Elmanyayê li ser pêşnûme qanûna kar li hev kir
Li Elmanyayê, di encama civîna bi beşdariya lîder û sekreterên giştî yên partiyên koalîsyonê CDU, CSU û SPD'ê de li ser hin guhertinên di Qanûna Kar de bên kirin, ku bi mehan e nîqaş li ser tê kirin, li hev hat kirin. -
Beşek ji Belgeyên Panama êdî li Înternetê ye
Belgeyên Panama Papers ên di destpêka meha Nîsanê de derketin holê û hesabên off-shore yên zêdeyî 200 hezar şîrketan eşkere kirin, wê êdî li Înternetê jî bên weşandin. -
Hilbijartinên Spanyayê: Ji Podemos û Çep a Yekbûyî hewldana tifaqê
Beriya hilbijartinên pêşwext ên li Spanyayê ku wê di 26'ê Hezîranê de pêk werin, partiyên çep ketin nava hewldana afirandina tifaqê. -
Li dijî grevên li girtîgehên Belçîkayê leşker li ser kar in
Li Belçîkayê, greva personelên girtîgehan a li hemberî kêmkirina ji ber 'reforma edaletê' ev du hefte ne dewam dike. -
Wezîra Avhewa û Hawîrdorê ya Swêdê jî îstîfa dike
Wezîra Avhewa û Havîrdorê ya Swêdê Asa Romson jî diyar kir ku ji wezîfeya xwe wê îstîfa bike. -
Serokwezîrê Awûstûryayê îstifa kir
Li Awûstûryayê di hilbijartina Serokkomariyê de namzetê nijadperest bi ser ket, li ser vê yekê Serokwezîrê SPO’yê Werner Faymann îstifa kir. -
Li Ûgandayê şopandina çalakiyên mûxalefetê li çapemeniyê hat qedexekirin
Rêveberiya Ûgandayê, li çapemeniyê qedexe kir ku çalakî û xwepêşandanên mûxalefetê bişopîne.