IMF: Bertîl gihaştiye 2 trîlyon dolarî
Seroka Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Chrîstîne Lagarde di gotareke xwe de ragihand, bertîla salane ya li gelemperiya cîhanê bi qasî 1,5-2 trîlyon dolar e.
Seroka Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Chrîstîne Lagarde di gotareke xwe de ragihand, bertîla salane ya li gelemperiya cîhanê bi qasî 1,5-2 trîlyon dolar e.
Civîna bilind a têkoşîna li dijî nelirêtiyê ya navneteweyî, îro li paytexat Îngilîstan Londonê destpê kir. Beriya destpêkirina civîna bilind gotareke Seroka Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) Chrîstîne Lagarde hat weşandin. Lagarde di gotara xwe de ragihand, ku bertîla salane ya li gelemperiya cîhanê bi qasî 1,5-2 trîlyon dolar e.
Lagarde di gotara xwe ya bi serenavê "Têkoşîna vekirî ya li dijî nelirêtiyê" de diyar kir, bertîl ji sedî 2 ê aboriya tevahiya cîhanê ye û anî ziman, bertîl bi tenê beşeke biçûk a karên nelirê ye.
Lagarde bal kişand ser daxwaz û hewldanên gelek welatan ên têkoşîna li hemberî bertîlê û da zanîn, ku ev yek nîşaneya daxwaza guhertinê ye.
Chrîstîne Lagarde da xuyakirin, ku bertîl 'pirsgirêkek çandî' nîne û destnîşan kir, ku bi têkoşîneke piralî dikare serketin bê bidestxistin.
Lagarde diyar kir, bêkarî û xizantiya li ser rûyê erdê, nîşaneyên karên nelirê ye û da zanîn, ev yek dibe sedem ku civak hîn bêhtir bixwaze li dijî vê pirsgirêkê têbioşe. Lagarde da xuyakirin, ku karên nelirê û bertîlê baweriya civakê ya bi dewletan şikandiye.