Îstixbarata Elman hewl dide 'kêmasiyên xwe' çareser bike
Di nava îstîxbarata Elman de ku tevî Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) navê wê di hin skandalan de derket, tedbîrên nû yên kontrolê tên wergirtin.
Di nava îstîxbarata Elman de ku tevî Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) navê wê di hin skandalan de derket, tedbîrên nû yên kontrolê tên wergirtin.
Di demeke ku nîqaşên li ser reformên li nava îstîxbarata derve ya Elman (BND) dihat kirin de serokê vê saziyê Gerhard Schîndler meha derbasbûyî ji wezîfeyê hatibû girtin.
Li gorî nûçeya rojnameya Suddeutsche Zeitung, piştî Schîndler ji bo xurtkirina mekanîzmaya kontrola li ser saziyê, hewldan hatiye destpêkirin. Ji bo tespîtkirina qelsî û kêmasiyên li nava BND, şîrketa şêwirmendiyê ya bi navê Roland Berger hat wezîfedarkirin.
Bi vî karî ve tê xwestin, rêbaza xebatê ya 'bê kontrol' a li nava Yekîneya Îstîxbarata Teknîkî bê bidawîkirin û kontrola li ser yekîneyên derve yên BND were zêdekirin.