Penaberên tên Îtalyayê gelo di ser Tirkiyeyê re tên?
Hat ragihandin, bi sedan penaberên duh hatin Îtalyayê, di ser Tirkiyeyê re hatibin.
Hat ragihandin, bi sedan penaberên duh hatin Îtalyayê, di ser Tirkiyeyê re hatibin.
Piştî ku bi peymana penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê ve xeta Yewnanîstanê hat girtin, xuya ye penaberên Sûriye û Iraqî serî li rêyên alternatîf dane. Ji destpêka salê ve penaber berê xwe didin Îtalyayê. Bi tenê duh bi sedan penaberên Sûriyeyî gihaştin Îtalyayê.
Berdevkiya Îtalyayê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin, ku hejmara penaberên duh tevahiya rojê li peravên girava Sîcîlyayê hatin rizgarkirin, 800 derbas kiriye. Yekîneyên ewlekariya peravan jî diyar kir, ku ev hejmar nêzî 900 kesî ye.
Hat ragihandin ji 342 penaberên ji du keştiyan hatin rizgarkirin 150 jê Sûriyeyî, 40 jî Iraqî ne. Lêkolîn tê kirin, ku penaber ji Misirê yan jî ji Tirkiyeyê bi rê ketine.
Rayedarên Îtalyayê, piştî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ji zêdebûna hejmara penaberan a tê welatê wan, bi fikar in. Tê gotin, bi tenê di nava 3 mehên destpêkê yên vê salê bi hezaran penaber gihaştine Îtalyayê. Di nava 40 rojên piştî morkirina peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, ev hejmar gihaştibû 31 hezar kesî.