Rêjeya dengên Clînton û Trûmp digihêje hev
Ji bo hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê, namzetiya Hîllary Clînton û Donald Trûmp misoger dibe.
Ji bo hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê, namzetiya Hîllary Clînton û Donald Trûmp misoger dibe.
Ji bo hilbijartinên serokatiya DYA yên meha Mijdarê, namzetiya Hîllary Clînton û Donald Trûmp misoger dibe.
Di hilbijartinên Serokatiya DYA de, xuya ye wê Wezîra Karên Derve ya berê Hîllary Clînton weke namzeta Partiya Demokrat derkeve pêşberî namzetê Partiya Komarger Donald Trûmp. Di pêşhilbijartinên li nava Partiya Demokrat de yekane namzetê li hemberî Clînton Bernîe Sanders e. Lê belê gelekî zehmet e ku eyaletên mayî têra bidestxistina namzetiya Sanders bikin.
Di vê navberê de, anketên dawî nîşan didin ku rêjeya dengan a navbera Donald Trûmp û hevrika gengaz Clînton gihaştiye hev. Di anketeke hefteya derbasbûyî ji aliyê Ipsos/Reuters ve hat kirin de rêjeya kesên dibêjin ew ê deng bide Clinton ji sedî 45, rêjeya mirovên dibêjin wê deng bidin Trûmp jî ji sedî 36 e.
Di anketa vê hefteyê de jî, rêjeya dengên Clinton ji sedî 41, ya Trûmp jî j sedî 40 xuya bû.
Li gorî anketên din ên di hefteyên dawî de hatin kirin, Clinton wê bi ser keve. Di anketa Public Policy Polling a navbera 6-9'ê Gulanê de rêjeya dengê Clinton ji sedî 47, ya dengê Trûmp ji sedî 41 bû.
Di anketa Morning consult a dawiya meha Nîsanê de jî rêjeya dengê Clinton ji sedî 45, ya dengê Trûmp jî ji sedî 40 xuya kir.
Di anketa Rasmussen Reports a navbera 28-29'ê Nîsanê de rêjeya dengê Trûmp ji sedî 41, ya dengê Clinton jî ji sedî 39 hat tespîtkirin.