Rapora Keskan a PE: DYA li dijî revandina bacê tênakoşe

Li gorî rapora Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê (PE), ku ji aliyê endamê Tax Justîce Network parêzerê Arjantînî Andres Knobel ve hat amadekirin, DYA bi têrkerî li hemberî revandina bacê tênakoşe.

Li gorî  rapora Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê (PE), ku ji aliyê endamê Tax Justîce Network parêzerê Arjantînî Andres Knobel ve hat amadekirin, DYA bi têrkerî li hemberî revandina bacê tênakoşe. Di raporê de hat îdîakirin, ku DYA vediguhere 'mezintirîn qada revandina bacê'.

Di rapora PE de, ku rojnameya Frankfûrter Allgemeîne Zeîtûng detayên wê weşand, hat ragihandin ku hewldanên li gelemperiya cîhanê yên li dijî revandina bacê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve tên astengkirin. Li gorî vê yekê; hewldanên ji bo diyarkirina xwediyên rastî yên şîrketên paravan û parvekirina daneyên bankayan di navbera wezaretên maliyeyê yên welatan de, tên astengkirin.

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin, têkildarî pêşîgirtina li revandina bacê, di qanûnên DYA de valahî gelek in.