Beşek ji Belgeyên Panama êdî li Înternetê ye
Belgeyên Panama Papers ên di destpêka meha Nîsanê de derketin holê û hesabên off-shore yên zêdeyî 200 hezar şîrketan eşkere kirin, wê êdî li Înternetê jî bên weşandin.

Konsorsiyûma Rojnamevanên Lêkolîner a Navneteweyî (ICIJ) ku ji dehan welatan bi sedan rojnamevan endamên wê ne, di çarçoveya soza xwe ya meha Nîsanê de, dest bi weşandina belgeyan kir.
ICIJ li ser malpera https://panamapapers.icij.org/ bruta belgeyên têkildarî 200 hezar şîrketan, ku weke belgeyên Panama Papers tên binavkirin, diweşîne. Beşek ji 11,5 mîlyon belgeyan hatin weşandin.
Dîrektorê ICIJ Gerard Ryle daxuyanî da AFP'ê û da xuyakirin, ku ji bo bibin bersiv ji 'daxwaza zelaliyê', ew orjînalên Belgeyên Panama diweşînin. Ryle diyar kir, ji bo civaka sivîl bi ser skandalan ve biçe, ew belgeyan diweşînin.
Belgeyên Panama ji belgeyên 215 hezar muşteriyên şîrketa Mossack Fonseca ya di sala 1977'an de li Panama hat damezrandina û xizmet û şêwirmendiya hiqûqî dide şîrketan, pêk tên. Di belgeyan de hesabên veşartî yên off-shore yên gelek serokdewletan, siyasetmedar, banka, şîrketên mezin û şexsiyetên navdar ên ji bo reva ji dayîna bacê, hatibû kifşkirin.