Li dijî pêngava 49.3 a hikûmeta Fransayê tevahiya şevê çalakî

Li dijî biryara qanûna xebatê a hikûmeta PS ku ji parlamentoyê derbas kirin, nerazîbûnên mezin hene.

Li dijî biryara qanûna xebatê a  hikûmeta PS ku ji parlamentoyê derbas kirin, nerazîbûnên mezin hene. Tevahiya şevê bi hezaran kes li gelek bajaran daketin kolanan û ev qanûna ku hatiyê derxistin wek ‘dij Demokrasiya’ Fransayê destnîşan kirin.

Pêşnûmeya ku 2 mehên dawî ji aliyê bi mîlyonan xebatkaran tê protestokirin, bi taybet piştî îtîraza hin parlamenterên PS, hate fêmkirin ku wê ji Meclîsa Neteweyî derbas nebe û biryar hatibû dayin ku xala 49.3 bê bikaranîn, pêşnûme bêyî dengdayinê bê qebûlkirin. Vê biryara hikûmetê, nerazîbûnên li hember Serokkomar Françoîs Hollande ê ku ev xal wek dij demokrasiyê nirxandibû û bertekên li hember hikûmetê zêde kirin.

Bi bangawaziya Rêxistina Şev Ser Pîyan (Nuit Debout) a ku ji Adarê û vir ve bandora xwe jî zede kiriye, li gelek bajaran bi hezaran mirov daketin kolanan û vê sekna hikûmetê şermezar kirin.

Li bajarên Lyon, Nantes, Rennes, Marsîlya, Strasbourg, Tours, Caen, Lîlle û her wiha gelek bajarên din jî ji bo protestokirina vê biryara hikûmetê çalakî hatin lidarxistin.