Serbestiya vîzeyê ya Tirkiye-YE dibe xewnek
Xuya ye peymana li ser penaberan û serbestiya vîzeyê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di encama bazariyên kirêt de hatin amadekirin, wê nikaribin bi cih bên anîn.
Xuya ye peymana li ser penaberan û serbestiya vîzeyê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di encama bazariyên kirêt de hatin amadekirin, wê nikaribin bi cih bên anîn.
Xuya ye peymana li ser penaberan û serbestiya vîzeyê ya navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di encama bazariyên kirêt de hatin amadekirin, wê nikaribin bi cih bên anîn. Daxuyaniyên dawî yên rayedarên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, vê rastiyê xurtir dikin.
Erdogan û wezîrên din ên Tirkiyeyê bi rengekî vekirî diyar kiribûn ku wê 5 ji 72 krîterên ji bo serbestiya vîzeyê bi cih neyê anîn.
Daxuyaniyên piştî civîna duh a navbera Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyeyê Volkan Bozkir jî vê rewşê piştrast dikin.
Bozkir di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de diyar kir, lihevkirina navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bi temamî di xeteriyê de ye.
Serokê Parlamenta Ewropayê Schûlz jî guhertina ji bo serbestiya vîzeyê ji welatiyên Tirkiyeyê re ku di berdêla peyamana penaberan de hat rojevê, neşand Komîsyona Hiqûqê û bi vî rengî bloke kir. Schûlz beriya niha dabû xuyakirin, ku divê 5 şertên mayî ku yek ji wan guhertina 'Qanûna li dijî Terorê ye' bi cih werin anîn.
Schûlz, tevî ku hevdîtina bi Bozkir re 'erênî' nirxand jî da zanîn, ku ti çareserî peyda nebûye.
Dîktatorê Tirk Erdogan beriya çend rojan daxuyaniyek dabû û gef li rayedarên Yekîtiya Ewropayê xwaribû.
Şêwirmendê Erdogan Bûrhan Kûzû jî bi rêya Twîtterê roja Sêşemê gef xwaribû û gotibû, 'eger serbestiya vîzeyê neyê qebûlkirin, wê penaber bên şandin.'