Serokwezîrê Awûstûryayê îstifa kir

Li Awûstûryayê di hilbijartina Serokkomariyê de namzetê nijadperest bi ser ket, li ser vê yekê Serokwezîrê SPO’yê Werner Faymann îstifa kir.

Faymenn ji sala 2008’an ve peywira serokwezîriyê dewam dike, konferanseke çapemeniyê li dar xist û îstifaya xwe eşekere kir.

Faymann diyar kir ku welat ‘piştgiriya partiya xwe dike û pêwîstiya wê bi Serokwezîriyê heye’, destnîşan kir ku îstifaya wî di nava Partiya Demokratîk a Sosyal de rê li ber nearamiyê vekiriye. Faymann anî ziman ku eger piştgirya partiyê ji bo siyasetmedaran nebe wê nikaribin serokwezîrtiyê bikin.

Faymann polîtîkayên koalîsyonê ya ku bi Partiya Gel a Awûstûriya ya Mûhafazekar (OVP) jî parast, destnîşan kir ku welatê wan sala bihurî deh hezar koçber qebûl kirine. Her wiha Faymann, polîtîkayên têkîldarî koçberan a girtina sînor û bi pile daxistina jêr jî parast.

Dihat zanîn ku di navbera Werner Faymann û partiya SPO’yê de pirsgirêkên cidî hene. Beşeke girîng ên SPO’yê polîtîkayên Faymann wek rê li ber lewaztiya partiyê vedike dinirxînin.

Di hilbijartina Serokkomariyê ya di 23’ê Nîsanê de piştî tûra yekem, Rûdolf Hûndstorfer ê ku ji SPO’yê piştgirî digirt ji sedî 11 deng girt. Namzetê nîjadperest ê FPO’yê Norbert Horbert ji sedî 35 deng girt û  Alexander Van der Bellen ê Keskan piştgirî didayê jî 21 deng girt.

Piştî îstifaya Faymann, nediyar e ka wê kî ji bo serokwezîriyê bê hilbijartin. Serokwezîriya SPO’yê bi awayekî demkî bû Serokê Şaredariya Viyanayê Mîchael Haûple.