CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Elmanyayê, li ser wezîfedarkirina artêşê li nava welêt li hev hat kirin
Li Elmanyayê, di mijara wezîfedarkirina artêşê li nava welêt de, ku bi mehan e nîqaş li ser tê kirin hikûmeta koalîsyonê li hev kirin. -
Di pêşnûme qanûna ahengiyê ya li Elmanya de çi hene?
Li Elmanyayê, di civîna hikûmeta koalîsyonê ya du rojan de, ku duh destpê kir wê îro Qanûna Ahengiyê ya nû bê nirxandin, ku zêdeyî 1 mîlyon penaberan eleqedar dike. -
Polîsên Yewnanîstan dest bi valakirina Idomeniyayê kirin
Li Yewnanîstanê kampa Idomenî ya ku bi mehane koçber di nav şert û mercên xirab de lê dijîn, tê valakirin. Yekîneyên polîsan danê sibehê ketin kampê û koçberan tehliye dikin. -
Li DYA, biryara 'jûriya bi tenê ji spiyan pêk tê' ya îdamê hat betalkirin
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), têkildarî dozek ji sala 1987'an û vir ve tê dîtin de biryar hat stendin. Lê belê, ji ber ku jûriya dadgehê ya ev biryara stend bi tenê ji mirovên çerm spî pêk tê, biryar hat betalkirin. -
Europol: Di sala 2015'an de zêdeyî hezar 'gumanbarên terorê' hatin girtin
Li gorî hejmarên Ofîsa Polîsan a Ewropayê (Europol), hejmara mirovên di sala 2015'an de bi gumanbariya terorê hatine girtin hezar derbas kiriye. Di êrîşên terorê de 151 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Desteka civakê ya ji bo nîjadperestan bû sedema tirs û fikaran
Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên Awûstûryayê de, Van der Bellen bi dengên dawî li hemberî hevrikê xwe yê namzetê nîjadperest bi ser ket. Lê belê vê desteka nêzî ji sedî 50 a civakê ji bo nîjadperestan, rê li ber fikaran vekir. -
Artêşa Iraqê nêzî Fellûceyê dibe
Tê gotin, artêşa Iraqê hin gundên Fellûceyê ji destê DAIŞ'ê derxistiye û ber bi Fellûceyê ve bi pêş de diçe. -
Li Lazkiye û Tartûsê êrîşên bombeyî: Herî kêm 70 kes mirin
Li navçeya Cebele ya bajarê Lazkiye û bajarê Tartûs ên Sûriyeyê, li heft cihan êrîşên bombeyî hatin kirin. Di encama van êrîşan de herî kêm 70 kes mirin, gelek sivîl birîndar bûn. -
Li Yemenê êrîş: 45 mirî
Li Yemenê 2 êrîşên xwekujî hatin kirin. Di van her du êrîşan de herî kêm 45 leşker mirin, bi dehan birîndar bûn. -
Ji CSÛ ji bo Merkel: Tenê ‘fikar’ têrê nake
Merkel a îro wê biçe Stenbolê û sibehê bi Erdogan re hevdîtinê pêk bîne, beriya ziyaretê her çiqasî bi gotina “alîgirê mafên Kurdan e” û hewl dabe dengê rexneyan qut bike jî bû hedefa rexneyên hişk ên partiya CSÛ. -
Mexdûrên Colonîa Dîgnîdad wê doza tazmînatê li Elmanyayê vekin
Mexdûrên terîqateke bi navê Colonîa Dîgnîdad a li Şîlî beriya 45 salan ji aliyê endamekî berê yê Nazî Paûl Schaefer ve hat avakirin, amadekariyan dikin ku doza tazmînatê li Elmanyayê vekin. -
'Dibe ku lîderê Talîbanê hatibe kuştin'
Hat gotin, lîderê rêxistina Talîbanê Mollah Ahtar Mansûr bûye hedefa êrîşa balafira bêmirov a DYA û dibe ku hatibe kuştin. -
NY: Mîkro-plastîk gefeke mezin e
Assambleya Hawirdorê ya NY wê sibe li Kenyayê destpê bike. Li gorî raporek di vê assambleyê de were weşandin, parçeyên çopên plastîk ên li ser erdê û li nava deryayê, li hemberî mirovan û hemû zindiyan gefeke mezin e. -
Li Çînê kampanya mezin a li dijî festîvala goşkê kûçikan
Li Çînê her sal bi navê Yûlîn festîvalek tê lidarxistin û bi deh hezaran kûçik tên qetilkirin. Ji bo qedandina vê festîvalê, kampanya hat destpêkirin. -
Vîrûsa Zîka li Martînîqûe bû sedema mirinê
Vîrûsa Zîka ku bi mehan e li welatên Başûrê Amerîkayê belav bûye, hat ragihandin ku li xaka Fransayê ya li aliyê din ê deryayê Martînîqûe, rê li ber mirinê vekiriye. -
'Bi qasî Erdogan, Ewropa jî sûcdar e'
Di şîroveyên li çapemeniya Elman ên li ser darbeya "rakirina destnedanê" ya dîktatoriya Qesrê de bal hat kişandin ser projeya Erdogan a reveberiya yek şexsî û helwesta welatên Ewropayê, bi taybetî ya Elmanyayê bi tundî hat rexnekirin. -
Li Bexdayê rewşa awarte hat îlankirin
Çalakvanên alîgirên Sadr îro bi ser ofîsa Serokwezîrtiyê de girtin, Ebadî li Bexdayê rêveberiya awarte îlan kir, rayeya gulereşandinê da hêzên ewlehiyê. -
Rûsyayê banga êrîşên hevpar ên hewayî li DYA kir
Rûsyayê pêşniyar kir ku li hember çeteyên li Sûriyeyê, bi welatên koalîsyona di pêşengiya DYA’yê de êrîşên hevpar ên hewayî pêk werin. -
Nîsana îsal bû Nîsana herî germ a 135 salên dawî bû
Li gorî daneyên Daîreya Avhewa û Okyanûsê ya Amerîka (NOAA), Nîsana îsal bû Nîsana herî germ a 135 salên dawî. -
Li Awûstûryayê mîtînga 'dest nede wekîlên min'
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi dirûşma "Dest nede vîna gel, dest nede wekîlên min" mîtîngek lidar xist. -
Sendîkayên Fransayê banga greva giştî û çalakiyan kirin
Bîlançoya xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li gelek bajarên Fransayê, hat eşkerekirin. Sendîka xwe ji bo çalakiyên nû amade dikin. -
Pirsgirêkên bi deh hezaran penaberên li Îtalyayê giran dibin
Xebatkarên saziya alîkariyê yên çend roj berê tevlî Forûma Koçberiyê ya li bajarê Pozzalo yê Sîcîlyayê bûn, dan xuyakirin ku bi deh hezaran penaberên hatine Îtalyayê ji saziyên penaberan alîkarî nedîtine. -
Li Ewropayê bi deh hezaran koçber ketin nava lepên bazirganan
Li gorî rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, hejmara jin, zarok û ciwanên li welatên Ewropayê ketine nava lepên rêxistinên sûc, bi deh hezaran e. -
Li Fransayê bûyer bi dawî nabin
Li Fransayê çalakiyên li dijî hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) bi dawî nabin. Di xwepêşandanên gelek bajaran de pevçûn derketin. -
AfD a mizgeft ziyaret kir, niha jî li dijî çêkirina wê derdikeve
Partiya bi navê Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ku bi rêya dijberiya li Îslamê û biyaniyan hewl dide dengan bide hev, bi rengekî hevkariyê bi tevgerên nîjadperest re dike.