Sendîkayên Fransayê banga greva giştî û çalakiyan kirin
Bîlançoya xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li gelek bajarên Fransayê, hat eşkerekirin. Sendîka xwe ji bo çalakiyên nû amade dikin.
Bîlançoya xwepêşandanên li dijî hikûmetê yên li gelek bajarên Fransayê, hat eşkerekirin. Sendîka xwe ji bo çalakiyên nû amade dikin.
Piraniya wan li bajarê Nantesê duh tevahiya rojê 115 kes hatin binçavkirin. 11 jê wezîfedarên ewlekariyê gelek çalakger jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hat ragihandin, bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandanên duh bûn. Lê sendîkayan diyar kirin, bi tenê li Parîsê 50 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn.
Li gorî wezaretê, di bûyerên duh li gelemperiya welêt qewimî de 66 li bajarê Nantesê bi giştî 115 xwepêşandêr hatine binçavkirin. Di bûyeran 11 jê polîs û jenderme, gelek kes birîndar bûn.
Hejmara mirovên di xwepêşandanên du mehên dawî de hatin girtin an jî binçavkirin gihaşt 1.500 kesî.
Li aliyê din, sendîkayan li hev kirin ku çalakiyên li dijî Qanûna Kar di 26'ê Gulanê roja Çarşemê û 14'ê Hezîranê roja Sêşemê li gelemperiya welêt lidar bixin. Di daxuyaniya piştî civîna 7 sendîkayan de hat ragihandin, ku li hev hatiye kirin di 26'ê Gulanê de çalakiya 'greva giştî, çalakî û aksiyon', di 14'ê Hezîranê de jî di dema rûniştinên li Senatoyê xwepêşandaneke mezin li Parîsê were lidarxistin.