Li gorî rapora ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin û wê sibe di Assambleya Hawirdorê ya NY a li Kenyayê bê eşkerekirin, di navbera salên 2004-2014'an de hilberîna plastîkê ji sedî 38 zêde bû. Li gorî rapora bi serenavê Projeya Hawirdorê, mîkro-plastîkên di heman demê de weke çop avêtin deryayê û mezinahiya wan kêmî 5 mîlîmetre ne, zêde bûne.
Li gorî vê yekê, di sala 2010'an de ji 4,8 heta 12, 7 mîlyon ton plastîk berdan nava deryayê. Tê texmînkirin, beşeke mezin a van plastîkan ji aliyê balînayan, masiyan û zindiyên din ên deryayê ve hatine xwarin. Ev yek gefê li mîlyaran zindiyan dixwe.
Di raporê de nêrînên zanyaran ên li ser mijarê jî hat vegotin. Li gorî vê yekê, ev parçeyên biçûk ên plastîkan, hem di nava zindiyên li deryayê hem jî di nava mirovan de xisarê li genetîkê dikin û taybetmendiya zayînê qels dike. Fikar hene, ku bi rêya hewayê yan jî bi rêya xwarina goştê masiyên ev parçeyên plastîkê xwarine, ev madeyên kîmyewî bandorê li mirovan bikin.
Ev plastîkên biçûk ên bi rêya hewayê xwe digihînin kezeba mirovan, gefeke mezin li tenduristiya mirovan dixwin.
Mîkro-plastîk herî zêde li rojhilatê Asyayê tên dîtin. Rêjeya plastîka li Japonya û deryayên derdora wê hatine dîtin, li gorî cihên din bi 27 qatan zêdetir e.
Tê zanîn, li Okyanûsa Pasîfîk, herêmek bi navê 'Great Pacific Garbage Patch' bi temamî ji çopê pêk tê. Li gelek herêman çev çop li qadeke berfireh berhev bûn.
Çopên plastîk li ser rûyê erdê di nava 400 salî de dihele.