CÎHAN
Hemû Nûçe
-
IKEA bi rejîma Mubarek a dîktator re hevkarî kiriye
Derket holê, ji mezintirîn rêze-firoşgehên cîhanê IKEA ya Swêdî, bi rejîma Serokdewletê berê Husnu Mubarek ê 32 salan bi dîktatorî Misir bi rê ve bir, hevkarî kiriye. -
Endamên Boko Haram li Nîjeryayê 4 jin qetil kirin
Endamên Boko Haram avêtin ser gundê Maîrarî yê li bakurê Nîjeryayê û 4 jin qetil kirin. -
Wesayîtên bi elektrîkê dixebitin zêde balê nakişînin
Tevî girîngiya xwe ya ji bo parastina hawirdorê jî, hejmara wesayîtên bi elektrîkê dixebitin li gelek welatên pêşketî li gorî hejmara giştî ya wesayîtan bi tenê ji sedî 1 e. -
Elmanya ji bo wekîl neçin Tirkiyeyê hişyarî da
Elmanya, bi hinceta ewlekariya canê 11 parlamenterên bi eslê xwe Tirk ji bo neçin Tirkiyeyê hişyarî da. -
Artêşa Iraqê du herêmên din ên Fellûceyê rizgar kir
Hêzên Iraqê di êrîşên xwe yên duh bi şev de, herêmên Sebîhat û Fellahat ên li rojavayê Fellûceyê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Li ser tundkirina Qanûna Ceza ya Elmanya nîqaş tên kirin
Wezîrên Karên Hundir ên Eyaletên Elmanyayê, zêdebûna êrîşên li hemberî polîsan hincet nîşan dan û li ser tundkirina Qanûna Ceza nîqaşê dikin. -
N-TV: Penaberên ji Başûrê Kurdistanê vedigerin
Nûçegihanê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê yê N-TV Elmanya Issîo Ehrîch Kurdên ji Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, yên par xwe li Elmanyayê girtin û niha poşman bûne, xist rojevê. -
Mîrasgira dîktatorê Perû qebûl kir ku winda kiriye
Di hilbijartinên serokdewletiyê yên li Perû de namzetê navend-rastgiran Pedro Pablu Kûczynskî qezenc kir. Hevrika Kûczynskî keça dîktatorê berê Fûjîmorî jî qebûl kir ku winda kiriye. -
Dîlba Demîrbag-Sten hêjayî 'Xelata Rêbertiyê' hat dîtin
Rojnamevan-nivîskar a ji Bakurê Kurdistanê Dîlba Demîrbag-Sten, ji ber xebatên xwe yên ji bo zarok û ciwanan li banliyoyan dimeşîne, hêjayî "Xelata Rêbertiyê" ya sala 2016'an hat dîtin. -
Li Derya Bakur projeya mezin a enerjiya ba
Yek ji enerjiyên di roja îro de herî zêde tê tercîhkirin enerjiya ji ba ye. Ji bo ev enerjî erzan bibe, li Derya Bakur projeyeke mezin a tê amadekirin. -
Li Swêdê pîlotên Rêya Hewayî ya Îskandînav dest bi grevê kirin
Piştî di hevdîtinên hevpeymanên kar ên komî yên mabeyna Sendîkaya Pîlotan û kardêran de lihevkirinek çênebû, 305 pîlotên Rêyên Hewayî yên Îskandinavya (SAS) ji saet 18.00’an ve dest bi grevê kirin. -
Têkildarî êrîşên li Brukselê kesekî din hat girtin
Dozgeriya Federal a Belçîkayê diyar kir, têkildarî êrîşên 22'ê Adarê yên li paytexta Belçîka Brukselê, kesekî din hatiye girtin. -
Artêşa Lîbyayê: Sîrte wê di nava çend rojan de rizgar bibe
Li Lîbyayê, ku 'hikûmeta yekîtiya neteweyî' beriya çend mehan dest bi kar kir, kêm ma ye bajarê Sîrte yê di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de ye bê rizgarkirin. -
Haaretz: Şerîa Rojava û Gazze wê ji bo 3 rojan bên girtin
Îsraîlê, piştî êrîşa êvara Çarşemê ya li Tel Avîvê, ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, çûn û hatina li Şerîa Rojava û Şerîda Gazzeyê bi temamî sekinand. -
Euro 2016 bi çalakiyan û tedbîrên ewlekariyê destpê dike
Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (Euro 2016) li Fransayê bi tedbîrên tund ên ewlekariyê destpê dike. -
Ji Rêxistina Efûyê ji bo Elmanyayê têkîldarî nijadperestiyê hişyarî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku Elmanya ji her demê zêdetir îro bi êrîşên nijadperestan re hevrû ye, hişyarî da ku saziyên dewletê qurbanî bi tenê hiştine. -
Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 22 mirî
Di du êrîşên bombeyî yên li paytexta Iraq Bexdayê de herî kêm 22 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn, ku birîna piraniya wan giran e. -
'Antîdepresan di nava zarokan de rê li ber nêrîna întixarê vedike'
Li gorî lêkolînekê, piraniya dermanên antîdepresan ên ji bo zarokan tên bikaranîn bi kêr nayên û hin ji van dermanan rê li ber nêrîna întixarê vedikin. -
Di êrîşeke çekdarî ya li Tel Avîvê de 4 kes mirin
Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê, di êrîşeke çekdarî ya li kafeyekê de 4 kes mirin, gelek kes birîndar bûn. -
Qameya li gora Tûtankhamûn hat dîtin, ji meteorekî hatiye çêkirin!
Qameyek li gora fîrewnan a li Geliyê Qralan ê li Misirê hat dîtin, tê texmînkirin ji parçeyên meteorekî hatiye çêkirin. -
Li Venezûelayê referandûma li dijî Madûro destpê dike
Li Venezûelayê mûxalefeta rastgir, di pêngava xwe ya referandûmê ya ji bo dûrxistina Serokdewletê sosyalîst Nîcolas Madûro ji wezîfeyê, gaveke din avêt. -
Bi hezaran eşyayên şexsî yên li Aûschwîtzê piştî 50 salan hatin dîtin
Li Kampa Komkirinê ya Aûschwîtzê, ku zêdeyî 1 mîlyon Cihû lê hatin qetilkirin, eşyayên şexsî yên 16 hezar kesî piştî 50 salan hatin dîtin. -
Li Elmanyayê serlêdanên 460 hezar penaberan hînê bi encam nebûne
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Daîreya Penaber û Koçberiyê ya Federal (BAMF) ve hatin weşandin, beşeke girîng a penaberên par hatin Elmanyayê, serlêdana penaberiyê kirin. -
Li Derya Spî di nava 2,5 salan de zêdeyî 10 hezar penaber mirin
Li Derya Spî, ku penaber ji bo xwe bigihînin welatên Ewropayê mirinê didin ber çavên xwe û hewl didin jê derbas bibin, bîlançoya binavbûna keştî û botan gelekî giran e. -
Lobîkerên AKP'ê yên li Swêdê her ku dilebitin, têk diçin
Piştî axaftina nîjadperestî ya Seroke duyemîn ê Federasyona Karkerên Tirk Barbaros Leylanî, lobîkerên AKP'ê yên li Swêdê li ber tinebûnê ne.