IKEA bi rejîma Mubarek a dîktator re hevkarî kiriye
Derket holê, ji mezintirîn rêze-firoşgehên cîhanê IKEA ya Swêdî, bi rejîma Serokdewletê berê Husnu Mubarek ê 32 salan bi dîktatorî Misir bi rê ve bir, hevkarî kiriye.
Derket holê, ji mezintirîn rêze-firoşgehên cîhanê IKEA ya Swêdî, bi rejîma Serokdewletê berê Husnu Mubarek ê 32 salan bi dîktatorî Misir bi rê ve bir, hevkarî kiriye.
Di gotara li rojnameya Svenska Dagbladet a rojane li Swêdê tê weşandin de hat ragihandin, IKEA bi şîrketa Orîantal Weavers a ji aliyê rejîma Mubarek ve dihat fînansekirin, ji sala 2002'an û pê ve hevkariya bazirganiyê kir û bi saya xaliyên firotiye IKEA vê şîrketê bi mîlyaran dolar qezenc kiriye, beşek ji vî pereyî jî daye Partiya Demokratîk a Neteweyî ya Mubarek.
Xwediyê Orîantal Weaver Mohammed Farîd Khamîs, ku weke yek ji dewlemendtirîn karsazên Rojhilata Navîn tê zanîn û bi navê 'Qralê Tekstîlê' tê naskirin, li herêmeke bi 70 kîlometreyî li rojhilatê Qahîreyê febrîqeyên xwe yên mezin ên tekstîlê hene. Ji rojnameyên kar ên Rojhilata Navîn Arabîan Bûsîness ragihand, tê texmînkirin bi qasî 1 mîlyar dolar serweta Khamîs heye.
Muşteriyê herî mezin ê Orîantal Weawers ê li Ewropayê IKEA ye. IKEA ji sala 2002'an û vir ve bi buhayekî kêm xaliyan ji vê şîrketê dikire û li firoşgehên xwe yên li çar aliyên cîhanê difiroşe.
KHAMÎS 15 SALAN LI NAVA PARTIYA MUBAREK PARLAMENTER BÛ
Khamîs, ku salên dûr û dirêh di nava Partiya Demokratîk a Neteweyî ya Mubarek de weke endamê Meclîsa Partiyê wezîfe kir, di heman demê de 15 salan parlamenterê heman partiyê bû. Khamîs, ku gelekî nêzî Husnu Mubarek bû, piştî serhildana gel a sala 2011'an, gelek pere da rêxistinên di bin kontrola malbata Mubarek de. Tevî ku têkildarî Khamîs bi dehan dozên bertîl û sextekariyê hebûn jî, hemû ji aliyê rejîmê ve bi biryara neşopandinê hatin qedandin.
Di lêkolînên piştî Mubarek ji desthilatdariyê hat xistin de derket holê, Khamîs partiya Mubarek fînanse kiriye û di hilbijartinên sala 2010'an de bi mîlyonan kron pere daye Partiya Demokratîk a Neteweyî.
Staffan Bonnevîer, ku demeke dirêj şefê IKEA bû û di sala 2008'an de teqawît bû anî ziman, ji bo vekirina şaxê kargeha xwe li Misirê , ew sal û nîvekê gelek caran çûye Misirê, bi dîrektîfên xwediyê IKEA Ingvar Kampard buro vekirine û bi Orîantal Weawers re peyman mor kirine.
IKEA HEVPARÊ SÛCÊ MUBAREK E
Piştî ku Svenska Dagbladet rastî ragihand, rêxistinên mafên mirovan IKEA weke hevparê sûcê rejîma Mubarek sûcdar kirin. Ji rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kathleen McCaûghey ku berpirsyariya şîrketan dişopîne da zanîn, IKEA bi têkiliya xwe ya bi rejîmeke zextê li gel dike re, bûye hevparê vê zextê.
DAMEZRÎNER Û XWEDIYÊ IKEA NAZIYEKÎ BERÊ YE
IKEA ku ji bo kara zêde serî li her rê dide, ji bo serweta xwe daristanan talan dike, keda zarokan û mehkûman dixwe û dijminatiyê li sendîkayê dike, rewşeke matmayî nîne ku rejîma Mubarek destek dike.
Di belgeyên bi mora "veşartî" ya Polîsê Ewlekariyê yê Swêdê (Sapo) de tê gotin, damezrîner û xwediyê IKEA Kamprad di salên Duyemîn Şerê Cîhanê de endamê "Yekîtiya Sosyalîst a Swêdê" bû, ku vê rêxistinbûyîna Nazî destek dida Hîtler. Kamprad di heman demê de bi lîderê vê rêxistinê Per Engdal re xwedî têkiliyeke nêz bû.
Kamprad ku demeke dirêj veşart ew endamekî berê yê Nazî ye, piştî ku belge hatin weşandin, qebûl kir ku Naziyekî berê ye, lê belê sûcdariyên ku têkildarî wî de dihat gotin, 'endam ji vê rêxistinê re peyda kiriye' red kir.