Li Derya Bakur projeya mezin a enerjiya ba
Yek ji enerjiyên di roja îro de herî zêde tê tercîhkirin enerjiya ji ba ye. Ji bo ev enerjî erzan bibe, li Derya Bakur projeyeke mezin a tê amadekirin.
Yek ji enerjiyên di roja îro de herî zêde tê tercîhkirin enerjiya ji ba ye. Ji bo ev enerjî erzan bibe, li Derya Bakur projeyeke mezin a tê amadekirin.
Li gorî vê projeya ku ji aliyê yek ji mezintirîn şîrketên enerjiyê yên Hollandayê Tennet ve hat nasandin, li herêma Dogger Bank a li Derya Bakur ku kûrahiya xwe 10 heta 20 metre ye, wê giravek bê çêkirin. bi santralên li vê giravê werin çêkirin re, wê enerjiya elektrîkê ya ji turbînên ba yên gelek welatan tê, li vir bê komkirin û ji vir bê belavkirin.
Tê plankirin, çêkirina vê projeyê di sala 2030 de destpê bike û heta sala 2050 tora belavkirina li welatan, biqede.
Ev girava li herêma Dogger Bank a Derya Bakur, ku di navbera welatên Îngilîstan, Danîmarka, Elmanya û Hollandayê de cih digire, wê girava bi firehiya ji 6 kîlometreçargoşeyî bê çêkirin. Li giravê, wê ji bo daketina balafiran pîstek û avahiyên ji bo mayîna 2 hezar xebatkaran werin çêkirin.
LÊÇÛNÊN WELATAN WÊ BÊN KÊMKIRIN
Tê gotin, heta niha bi tenê Elmanya û Hollandayê ev proje erê kirine. Eger Brîtanya û Danîmarka jî erê bikin, tê payîn ku proje destpê bike. Rêveberê Tennetê Mel Kroon da xuyakirin, eger her du welat bi tenê jî hevkariyê bikin, ev proje dikare bi cih were anîn û ev ê avantajê bide wan.
Eger proje bikeve meriyetê, wê enerjiya ji 30 gîgawattê ku bersivê dide pêwîstiya 10 mîlyon kesî ya bi enerjiyê, were hilberîn. Yek ji armancên bingehîn ên vê projeyê ew e, ku ji bo her welatî parkên cuda yên turbînên ba bên avakirin û bi vî rengî lêçûna bilind a li van welatan bê kêmkirin.
Şîrketa Tennetê, hînê karê têkilî û belavkirina enerjiya ji turbînên ba yên li Elmanyayê tê bidestxistin, dike.
HAWIRDORPARÊZ BI FIKAR IN
Li hemberî vê projeyê, hawirdorparê bi fikar in. Ji ber ku çêkirina 400 turbînên ba yên di vê çarçoveyê de wê zerarê bide zindiyên li nava deryayê û çûkan, hawirdorparêz vê projeya li Dogger Bankê rexne dikin.