Endamên Boko Haram li Nîjeryayê 4 jin qetil kirin
Endamên Boko Haram avêtin ser gundê Maîrarî yê li bakurê Nîjeryayê û 4 jin qetil kirin.
Endamên Boko Haram avêtin ser gundê Maîrarî yê li bakurê Nîjeryayê û 4 jin qetil kirin.
Endamên Boko Haram avêtin ser gundê Maîrarî yê li bakurê Nîjeryayê û 4 jin qetil kirin.
Şahidên bûyerê dan xuyakirin, ku bi qasî 15 endamên Boko Haram bi motorsîkletan ketine nava gundê Maîrarî, 4 jinên 27-45 salî ji malên wan derxistine û ew qetil kirine.
Şahidan diyar kirin, ev êrîş di dema fitarê de pêk hat û jin bi zanebûn hedef hatin girtin. Şahidekî da zanîn, jinên kesên nexwestine bibin endamên Boko Haram, hatine qetilkirin.
Boko Haram ji sala 2009'an û vir ve jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes qetil kir. Boko Haram, zilaman weke şervan tevlî nava xwe dike, jin û zarokên keç jî weke koleyên seksê yan jî çalakgerên xwekujiyê bi kar tîne.