Têkildarî êrîşên li Brukselê kesekî din hat girtin

Dozgeriya Federal a Belçîkayê diyar kir, têkildarî êrîşên 22'ê Adarê yên li paytexta Belçîka Brukselê, kesekî din hatiye girtin.

Dozgeriya Federal a Belçîkayê diyar kir, têkildarî êrîşên 22'ê Adarê yên li paytexta Belçîka Brukselê, kesekî din hatiye girtin.

Hat ragihandin, kesê hatiye girtin Alî E.H.A. yê 31 salî ye, ku li herêma Schaerbeekê di operasyonekê de hatibû binçavkirin. Hat gotin, ev kes bi tevlîbûn û destekkirina êrîşên terorîstî tê sûcdarkirin.

Li paytexta Belçîka Brukselê, di êrîşên 22'ê Adarê de 16 jê li balafirgehê, 16 jî li stasyona Metro ya Maelbeekê bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 300 kes jî birîndar bûbûn.