Elmanya ji bo wekîl neçin Tirkiyeyê hişyarî da
Elmanya, bi hinceta ewlekariya canê 11 parlamenterên bi eslê xwe Tirk ji bo neçin Tirkiyeyê hişyarî da.
Elmanya, bi hinceta ewlekariya canê 11 parlamenterên bi eslê xwe Tirk ji bo neçin Tirkiyeyê hişyarî da.
Li gorî nûçeya kovara Der Spîegelê hikûmeta Elmanyayê, 11 parlamenterên ku bi eslê xwe Tirk in û ji bo pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan gotibûn erê, neçin Tirkiyeyê hişyarî kir. Kovarê, nûçeya xwe spart agahiyên Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê. Kovarê wiha nivîsand: “Wezîriyê bi hinceta ku ‘ewlekariya canê wekîlan ne di garantiyê de ne’ diyar kir ku divê neçin Tirkiyeyê.”
Der Spîgel da zanîn ku gelek wekîlên ji bo betlaneya havînê diçin Enqere û Stenbolê, ziyaretên xwe betal kirine.