Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 22 mirî
Di du êrîşên bombeyî yên li paytexta Iraq Bexdayê de herî kêm 22 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn, ku birîna piraniya wan giran e.
Di du êrîşên bombeyî yên li paytexta Iraq Bexdayê de herî kêm 22 kes mirin, 70 kes jî birîndar bûn, ku birîna piraniya wan giran e.
Li rojhilatê Bexdayê, li hemberî bargeheke leşkerî ya li taxa Bagdad Cedîde, ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, danê vê sibehê saet di 09:00 de bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hatin kirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên polîsan, di êrîşa li Bagdad Cedîde ya li rojhilatê Bexdayê de herî kêm 15 kes mirin e, zêdeyî 50 kes jî birîndar bûne.
Li rojhilatê bajêr jî, di êrîşeke din a li hemberî bargeha leşkerî ya li Tacî, 7 leşker mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
DAIŞ'ê berpirsyariya her du êrîşan girt ser xwe.