CÎHAN
Hemû Nûçe
-
El Şebap êrîşî Mogadîşû kir: 15 kuştî
Hat diyarkirin ku di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya li hember Otela Nasa-Hablod a li Mogadîşû ya paytexta Somaliyê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 25 kes jî birîndar bûne. -
Ji damezrînerên YE ji bo Brîtanyayê zexta ‘pêvajoyê bilezîne’
Brîtanyaya Mezin a ku bi referandûmê biryara ji YE’yê derketinê girt, li nav yekîtiyê şok ava kir. Endamên damezirînerên yekîtiyê jî ji bo Brîtanya pêvajoya derketinê bilezîne zextan zêde dike. -
Li Parzemîna Kevnar erdheja ‘Brexît’ê: Yekîtiya Ewropayê li rêyekê digere
Yekîtiya Ewropayê ji mêj ve ye ku xitimî ye. Li gorî hinan erdheja Brexîtê ji bo ku Yekîtiya Ewropa dîsa were zîndîkirin delîveyek e. -
Di şerê li Yemenê de herî kêm 33 kes mirin
Li Yemenê, ji danûstandinên ji bo qedandina şerê navxweyî hê ti encam derneketiye. Di şerê duh de bi dehan kes mirin. -
Elmanya rêbazên lêgerîna li gazê ya bi frackîngê 'bi sînor' dike
Tevî daxwazên rêxistinên hawirdorê jî, Elmanya rêbaza lêgerîna li gaza xwezayî ya bi frackîngê bi temamî qedexe nake. -
'Paketa Antî-Terorê' ya Elmanyayê hat qebûlkirin
'Paketa Antî-Terorê' ya li Elmanyayê, ku ji aliyê mûxalefetê ve bi tundê hat rexnekirin, di dengdana li Meclîsa Federal de hat qebûlkirin. -
Vatîkan jî got ‘Qirkirina Ermenan’
Papa Francîs di daxuyaniyê de qetlîama sala 1915’an wek “Qirkirina Ermenan” pênase kir. -
Bernîe Sanders wê dengê xwe bide Clînton
Bernîe Sanders ê çepgir, tevî ku hê xwe ji namzetiya Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ne kişandiye jî diyar kir, ew ê deng bide hevrika xwe Clînton. -
Serokwezîrê Îngilîstanê Cameron îstîfa dike!
Serokwezîrê Îngilîstanê Davîd Cameron, piştî ku di referandûmê de bi ser neket diyar kir, ew ê îstifa bike. Cameron destnîşan kir, ku wê di meha Cotmehê de dev ji karê xwe berde. -
DYA bersiv da gotinên Erdogan ên li ser El Nûsra
DYA bersiv da gotinên Erdogan ên li ser El Nûsra û got, "Ji bo derxistina El Nûsra ji lîsteya terorîstan, bi ti awayî sedemeke me nîne." DYA her wiha nerazîbûn nîşanî girtina kesayetên destek dan Ozgur Gundemê, da. -
Ji bo rizgarkirina beqê biçûk wê projeya avahiyan a mezin bê sekinandin
Li gelek welatên cîhanê, ji bo qezenca madî, qadên jiyana xwezayî tên tinekirin. Lê li Kanadayê, ji bo rizgarkirina cureyekî beqan ê 2,5 santîmetreyî, projeyeke avahiyan a mezin tê betalkirin. -
Li peravên Îtalyayê 5 hezar penaber hatin rizgarkirin
Hat ragihandin, 5 hezar penaberên hewl didan ji Derya Spî derbas bibin û xwe bigihînin Îtalyayê hatine rizgarkirin. Li gorî agahiyan, ji van penaberan herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye. -
Bandora Brexitê li Ewropayê
Biryara Îngilîstanê ya qutbûna ji Yekîtiya Ewropayê, bandoreke mezin li Ewropayê kir. -
Biryarnameya koçberiyê ya Obama wê nikaribe bikeve meriyetê
Yek ji projeyên herî girîng ê Serokê DYA Barack Obama ku wê di sala pêş de wezîfeya xwe radest bike, Qanûna Koçberiyê ye. Lê belê dadgerî li pêşiya vê qanûnê bû asteng. -
Encama referandûmê: Îngilîstan ji nava YE derdikeve
Li gorî encamên ne fermî yên referandûma dîrokî ya li Îngilîstanê, dijberên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi ser ketin. Li gorî vê encamê Îngilîstan ji nava Yekîtiya Ewropayê derdikeve. -
Li Îngilîstanê alîgirên Brexitê li ber serketinê ne
Li Îngilîstanê, di referandûma li ser mijara endametiya Yekîtiya Ewropayê de, dijberên yekîtiyê nêzî serketinê ne. -
Hevpeymana dîrokî ya agirbestê hate îmzekirin
Mabeyna FARC û hikûmeta Kolombiya de hevpeymana agirbestê ya ku şerê bû sedema mirina zêdetirî 220 hezaran mirovî û zêdetirî 7 mîlyon mirov ji cih û warên wan kirin bi dawî dike hate îmzekirin. -
MSF: Li kampên penaberan ên li Nîjeryayê birçîbûn û nexweşî der bûne
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), li kampên bi deh hezaran penaberên ji Boko Haram reviyan e lê dimînin, nexweşî der bûne û mirov dimirin. -
Li Brîtanyayê gel li ser endametiya YE dengê xwe bi kar tîne
Li Brîtanya Mezin, gel li ser endametiya Yekîtiya Ewropayê (YE) îro dengê xwe bi kar tîne. Di anketên dawî yên li ser referandûmê de rêjeya dengan a alîgir û dijberên Yekîtiya Ewropayê nêzî hev bû. -
Li DYA, Demokratan li Meclîsê qanûna çekan protesto kirin
Li DYA, Komarparêzan pêşî li dijwarkirina şert û mercên bidestxistina çekan girtin. Demokratan li hemberî vê yekê, li Meclîsa Nûneran çalakiya rûniştinê pêk anîn. -
FARC û hikûmetê li ser agirbestê li hev kirin
Li Kolombiyayê, hewldanên ji bo qedandina şerê navxweyî yê 50 salan bi pêş de diçin. Hat ragihandin, di danûstandinên navbera FARC û hikûmetê de ji bo agirbesteke mayînde li hev hatiye kirin. Agirbest wê îro bê îmzekirin. -
Norwêç bi armanca ku li dijî DAÎŞ’ê şer bike wê hêza komandoyên taybet bişîne
Komîsyona Parastin û Polîtîkaya Derve ya Parlamentoya Norwêçê, îro li civîna ku li pey deriyê girtî hatî kirin biryar da ku bi armanca li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer bike,hêzeke taybet a komandoyê bişîne Sûriyeyê. -
Îdîaya ku, ‘’Tirkiyê serlêdana musteşarê Elman a li Încîrlikê qedexe kiriye’’
Li gorî îdîaya Spîegel Onlîne,Tirkiyê destûr nedaye ku Musteşarê Wezareta Parastina Elmanya seriyekî bide Baregeha Hewayî ya Incîrlîkê. -
Li Fransayê hikûmet ji biryara qedexekirina çalakiyan vegeriya
Li Fransayê hewldanên li dijî astengkirina bertekên gel ên li hember guhertina qanûnên xebatê encaman nagirin. Hikûmet a ku ji çalakiyên sibehê bi fikar e, ji biryara qedexeya çalakiyan a ji bo Parîsê danîbû rakir. -
Li Hindîstanê şilî û şape: Brûsk li 93 kesan ket
Li Hindîstanê şilî û şape di van rojên dawî de ranawestiya û heta niha 93 kes ji ber ku brûsk li wan ket, mirin.