Wezîrên Karên Derve yên Elmanya, Îtalya, Belçîka, Fransa, Hollanda û Luksembûrgê ku 6 welatên damezirînerên Yekîtiya Ewropa (YE) ne, li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan.
Di mahzûbantiya Wezîrê Karên Derve yê Elman Frank-Walter Steînmeîer de Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Marc Ayraûlt, Wezîrê Karên Derve yê Belçîka Dîdîer Reynders, Wezîrê Karên Derve yê Hollanda Bert Koenders, Wezîrê Karên Derve yê Îtalya Paolo Gentilonî û Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn têkîldarî ji Yekîtiya Ewropayê derketina Brîtanyayê axivîn.
Têkîldarî civînê Wezîrê Elman Steînmeîer axivî, got piştî biryara gelên Brîtanyayê divê YE ‘hêwirze nebe’. Steînmeîer, destnîşan kir ku ji bo Yekîtiya Ewropa xeta xwe ya ji niha û şûn de diyar bike divê Brîtanya vê pêvajoya derketinê ya ji yekîtiyê leztir bike.
BANGA ‘BILA BRÎTANYA DERKETINÊ LEZTIR BIKE’
Wezîrê Elman qebûl kir ku biryara ji referandûma li Brîtanyaya Mezin ‘şok’ kiriye, destnîşan kir ku ji bo YE karibe li ser pêşeroja xwe biponije divê pêvajoya derketina ji endamtiyê leztir bibe.
Steinmeier hişyar kir ku eger pêvajo bê dirêjkirin ev wê di biryargirtinên YE yên têkîldarî siberojê de rawestînekê çêbike.
Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Marc Ayraûlt jî got li gor xala 50. wê pêvajo demildest destpê bike. Ayraûlt bi bîr xist ku pêvajoya referandûmê ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron hatiye destpêkirin, got: “Niha divê bi encamên vê re jî hevrû bibe.”
Pêvajoya derketina ji endamtiyê wê ji aliyê dîplomatê Belçîkî Dîdîer Seeûws ve were birêvebirin. Hate hînbûn ku wê Seeûws ji Koma Xebatê ya Brexîtê re serokatiyê bike.