Li herêma Montreal a Kanadayê, ku bi Fransî daxive, ji bo parastina cureyê beqan ê Pseudacris triseriata yê bi 2,5 santîmetreyî mezin e, hikûmeta Federal biryarnameyek amade kir. Di çarçoveya vê biryarnameyê de, projeya avahiyan a ku wê li cihekî ji 2 kîlometreçargoşeyî yê navbera sê bajarên li başûrê Montrealê bihata çêkirin, tê betalkirin.
Di çarçoveya vê projeya avahiyan a ji aliyê Hikûmeta Herêmî ya Quebecê ve hat erêkirin de, heta niha zêdeyî hezar avahî hatine çêkirin. Lê belê 170 avahiyên mayî jî, ji ber ku xeterî heye vî cureyî beqan biqelihîne, wê destûra çêkirinê ne yê dayîn.
Beqê ji celebê Pseudacris triseriata 2,5 santîmetre mezin e û bi 1 gramî giran e. Ev celebê li herêmên Quebec û Ontario dijî, ji sala 2010'an û vir ve hejmara wan kêm dibe. Li bajarê Montrealê jî tê texmînkirin ku ji sedî 90 tine bûne.
Tê gotin, eger pêşî li vê rewşê neyê girtin, dibe ku ev cureyê beqan heta sala 2030'î bi temamî tine bibe.